Swîsra: Civîna îro ya şandên Amerîka û Îranê hat paşxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Swîsrayê ragihand ku rûniştina îro ya şandên Îran û Amerîkayê ya li ser pirsên helawîstî bi rê ve naçe, ev jî di demekê de ye ku beriya niha biryar bû her du alî li havîngeha Bürgenstockê ya Swîsrayê bicivin.
Ajansa Reutersê îro (Înî, 19ê Hezîrana 2026ê) li ser zarê Wezareta Derve ya Swîsrayê belav kiriye ku heta niha sedema fermî ya paşxistina danûstandinên navbera Waşinton û Tehranê nehatiye ragihandin, lê li gorî zanyariyên berpirsên Amerîkayê, amadekariyên serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance bo Swîsrayê temam nebûne.
Biryar bû ku îro Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û berpirsên Îranê serperiştiya danûstandinan bikin, lê paşê ew rûniştin bo demekî nediyar hat paşxistin.
Ev jî piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan duhî (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) yadaşteka jihevtêgihîştnê îmza kir, ku ji 14 xalan pêk tê. Li gorî wê yadaştê, Amerîkayê soz daye ku cezayên li ser kerta petrolê û dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê rake.
Herwesa di wê lihevkirinê de hatiye ku sindoqeka 300 milyar dolarî bo avedankirina Îranê tê damezirandin, lê Amerîka xerciya darayî bo wê sindoqê nade. Li beranberî wê yekê jî Îran Tengava Hurmizê vedike û asta zengînkirina uranyumê li bin çavdêriya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî kêm dike.