Libnan: Di êrîşên balafirên Îsraîlê de 18 kes hatin kuştin

Libnan
Libnan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê nûtirîn amara qurbaniyên êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser deverên başûrê welatê xwe belav kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê îro (Înî, 19ê Hezîrana 2026ê) ragihand: “Di encama êrîşên esmanî yên artêşa Îsraîlê bo ser başûrê Libnanê de, heta niha 18 kes hatine kuştin û 33 kesên din jî birîndar bûne.”

Li gorî ragehandina Wezareta Tenduristiyê, ev amar di demekê de ye ku ji berbanga îro ve aloziyên serbazî li deverên başûrê Libnanê dijwartir bûne û balafirên şerî yên Îsraîlê hejmareka êrîşan biriye ser çend gund û deverên cuda cuda li başûrê wî welatî.

Ev zêdebûna aloziyên serbazî di çarçoveya berdewamiya aloziyên li ser sînorê navbera Îsraîl û Libnanê de ne, ku ev heyameke bi rengekê berçav ber bi zêdebûnê ve ne.

Ev zêdebûna berçav a xurtbûna şer li başûrê Libnanê nîşana metirsiya berfirehbûna eniyên şer e li Rojhilata Navîn. Amara Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê li ser kuştina 18 kesan di nava rojekê de asta tundiya êrîşên esmanî yên balafirên Îsraîlê li ser gundên sînorî nîşan dide.

Ev pêşhat di demekê de tê ku bizavên navdewletî ji bo rawestandina şer û aramkirina sînorê navbera Îsraîl û Libnanê hîn negihîştine ti encameka konkrêt û deverê ber bi rûbirûbûneka serbazî ya berfirehtir ve dibe.