Pentagon daxwaza 80 milyar dolarên din bo xerciya şerê Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya “Wall Street Journal”ê eşkere kiriye ku Wezareta Şerî ya Amerîkayê (Pentagon) bizavê dike 80 milyar dolarên din wekî bûdceya zêde bo dapoşîna xerciya şerê Îranê û xerciyên din ên serbazî bi dest bixe.
Li gorî raporteka rojnameya “Wall Street Journal”ê, Alîkarê Wezîrê Cengî yê Amerîkayê Stephen Feinberg di çend rojên borî de peywendî bi danerên qanûnan ên welatê xwe re kiriye, bo nîqaşkirina daxwaziyeka nû ya darayî, ev jî di demekê de ye ku îdareya Donald Trump li bin zextrka zêde da ye, bo pêşkêşkirina hûrgiliyên xerciya operasyonên serbazî yên vê dawiyê.
Wê rojnameyê amaje bi wê yekê jî kiriye ku hejmarek ji danerên qanûnan ên Amerîkayê ji ber kêmbûna embarên teqemeniyên stratejîk nîgeran in û weha difikirin ku ev yek dê bandorê bike ser şiyana Waşntonê bo rûbirûbûna her tengasiyeka din li deverên cuda cuda yên cîhanê.
Berpirsên Pentagonê herwesa hişyarî jî daye ku, eger Kongres li ser terxankirina wê bûdceyê razî nebe, dibe ku di demsala havînê de ew pereyê bo operasyonên serbazî hatiye terxankirin temam bibe.
Ew bûdceya ku Pentagon daxwaz dike, ji bilî şerê Îranê, xerciyên belavkirina hêzan li ser sînorên başûrê Amerîkayê û operasyonên dijî madeyên hişbir li devera Karayîbê û rojhilatê Okyanûsa Pasîfîk jî vedigire. Herwesa Pentagonê di meha Gulana borî de xerciya şerê Îranê bi 29 milyar dolaran texmin kiribû, lê niha ew xercî bi rengekê berçav bilind bûye.
Çaverê tê kirin ku ev daxwazî nîqaşeka siyasî ya mezin di nav Kongresê de peyda bike; Demokrat daxwaz dikin ku berî pejirandina bûdceyê deng li ser destûriya qanûnî bo operasyonên serbazî bê dan, li beranber jî Komarxwaz tekez dikin ku divê bi lez çavkaniyên serbazî yên artêşê bên qerebûkirin.