Îro salvegera 79ê ya sêdaredana çar efserên Komara Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Îro 79 sal li ser sêdaredana çar efserên Kurd (Îzzet Ebdulezîz, Mistefa Xoşnav, Xeyrullah Ebdukkerîm û Mihemed Qudsî) re derbaz bûn, ku bûn qurbaniyên baweriyên xwe yên neteweyî û berevanîkirina ji Komara Kurdistanê li Mehabadê.
Piştî ragihandina Komara Kurdistanê li Mehabadê li sala 1946ê, çar efserên Kurd ji Başûrê Kurdistanê bi riheka neteweperweriyê berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê û tevlî rêzên artêşa Komara Kurdistanê bûn. Wan li bin fermandariya Genaral Mistefa Barzanî roleka bibandor di parastina destkeftiyên komarê û berevanîkirina ji xak û nasnameya Kurdî de lîst. Piştî ku Komara Kurdistanê ji ber guhertinên siyasî û êrîşa artêşa Îranê tûşî hilweşandinê bû, ev her çar efserên Kurd vegeriyan Başûrê Kurdistanê.
Vegeriyana van her çar efseran bo Başûrê Kurdistanê, ji aliyê rejîma paşatî ya wê demê ya Iraqê ve bi senaryoyeka siyasî û serbazî hat bersivdan. Di berbanga 19ê Hezîrana sala 1947ê de, bi fermana rasterast a Serokwezîrê wê demê yê Îraqê Salih Ceber, tenê ji ber pişkdariya wan di Komara Kurdistanê de, cezayê sêdaredanê li Bexdayê li ser Îzet Ebdulezîz, Mistefa Xoşnav, Xeyrulah Ebdukkerîm û Mihemed Qudsî hat bicihanîn. Rejîmê di wî serdemî de xwest ku bi şehîdkirina wan dengê azadîxwaziya Kurdan mit bike.
Piştî derbazbûna 11 salan li ser wê rûdanê, dîrok bi rengekê din hat nivîsîn. Piştî vegeriyana dîrokî ya Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê di sala 1958ê de, yek ji pêngavên herî girîng ên Barzanî ligel hikûmeta nû ya Îraqê bi serokatiya "Ebdulkahîm Qasim", paqijkirina navê van çar efseran bû ji wan tohmetên nerewa yên ku bi wan ve hatibûn girêdan.
Li bin zext û daxwazên Barzanî, hikûmeta wê demê ya Îraqê bi rengekê fermî ji biryara rejîma berê poşman bû û ew her çar efserên şehîd di ragehandineka fermî de wekî "şoreşgêr û nîştimanperwer" nasandin. Bi vî rengî, ne tenê rûmeta serbazî û neteweyî bo wan û malbatên wan vegeriya, belkî wekî sembola nêzîkbûna her du parçeyên Kurdistanê di dîrokê de man.
Îro, gelê Kurd bi şanazî ve bîranîna van her çar qehremanan dike, ku xwîna wan bûye hêvênê berdewamiya şoreş û têkoşînê pêxametî mafên rewa yên Kurdistanê.