Qalîbaf: Her zêdegaviyekê dê bersiveke tund hebe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tîma Danûstandinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku, her danûstandineka paşerojê ligel Waşintonê dê bi tundî pabendî "xetên sor" ên Tehranê be, û tevî lihevkirina nû bo bidawîanîna aloziyan, welatê wî dest ji berjewendiyên xwe yên niştimanî bernade.
Ajansa Fermî ya Îranê "IRNA" îro (Înî, 19ê Hezîrana 2026ê) belav kiriye ku Mihemed Baqir Qalîbaf amaje bi wê yekê kiriye ku wekî di dema borî de selimandiye, ew li ser bicihanîna şertan û bidestxistina berjewendiyên gelê Îranê binecih in. Qalîbaf hişyarî jî da û got: "Eger dijmin bixwaze zêdegaviyê bike, me selimandiye ku tiliya me li ser celebkê ye û em li ser bersiveka tund dudil nabin."
Ev daxuyaniyên Qalîbaf piştî çend rojan ji îmzakirina yadaşta jihevtêgihîştnê ya navbera Tehran û Waşintonê tên, ku bi merema bidawîanîna wî şerê deverî yê ku ji 28ê Sibatê ve û piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê hatib destpêkirin.
Ji aliyekê din ve jî, Rêberê Bilind ê Îranê Ayetulah Mucteba Xameneyî di peyamekê de ragihand ku, tevî ku "dîtineka wî ya cuda" li ser mijarê hebûye jî, lê ew li ser lihevkirinê razî bûye. Xameneyî tekez kir ku danûstandina rasterast ligel Amerîkayê bi manaya qebûlkirina dîtina dijmin nîne.
Herwesa Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî, ku lihevkirin îmza kiriye, soz da ku îdareya wî dê xetên sor û "rûmet û desthilata" welatê xwe biparêze. Ew lihevkirin, ku ji aliyê Donald Trump û Mesûd Pizîşkiyan ve hatiye îmzakirin, çarçoveyekê bo danûstandina berfireh a 60 rojî ya li ser bernameya atomî û rakirina cezayan diyar dike.
Ew yadaşt daxwaza bidawîanîna dijminkariyan li Rojhilata Navîn, di nav de li Libnanê, dike û herwesa rakirina dorpêça deryayî ya dumehî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê û vekirina Tengava Hurmizê bo dema 60 rojan jî vedigire. Li beranberî wê yekê jî, Îran pabend bûye ku çekê atomî pêş nexe.