Saziyeke Amerîkî: Çekên komên çekdar li pêşiya karên hikûmeta Iraqê asteng in

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Parastina Demokrasiyan (FDD) ku navenda wê li Amerîkayê ye, di raporeke nû de gumanên xwe li ser şiyana hikûmeta Iraqê tîne ziman ku karibe hevsengiyekê di navbera kontrolkirina komên çekdar û kişandina kompanyayên Amerîkî de çêbike.

Rapora nû ya Saziya Parastina Demokrasiyan (FDD) balê dikşîne ser dijwariya rewşa Iraqê û dibêje; hikûmeta Iraqê di ezmûneke giran de ye. Ji aliyekî ve dixwaze garantiyê bide kompanyayên enerjiyê yên Amerîkî da ku vegerin Iraqê, lê ji aliyê din ve nikare pirsa çekên milîsan yekalî bike. Li gorî raporê, "Heta ku çek di destê komên çekdar de be, her garantiyeke ewlehiyê bêwate ye."

Bandora Îranê di nav jiyana siyasî û aborî de

Di raporê de tê diyarkirin ku bandora Tehranê tenê di warê ewlehiyê de sînordar nemaye, lê gihîştiye nav hemû organên hikûmetê û aboriya Iraqê. Ji bo kêmkirina vê bandorê, rapor çend pêşniyaran pêşkêş dike:

- Qedexekirina endamên komên çekdar ji bo wergirtina postên bilind (wek birêveberên giştî û alîkarên wezîran).

- Bikaranîna "Saziyên Magnitsky" ji aliyê Wezareta Gencîneya Amerîkayê ve li dijî wan berpirsên ku postên xwe ji bo berjewendiyên Îranê û milîsan bi kar tînin.

Gumanên li ser helwesta Serokwezîr

Rapor behsa Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dike û dibêje: "Her çend îdareya Trump piştgiriyê bide wî û wî wekî bijardeyeke baş bibîne, lê paşxaneya wî ya siyasî nîşan nade ku ew ê bi daxwazên Washingtonê ve girêdayî bimîne." 

Rapor balê dikşîne ku Elî Zeydî ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ve hatiye destnîşankirin, ev yek jî gumanên Amerîkayê zêde dike.

Çarenivîsa çekên milîsan

Derbarê daxuyaniyên hinek komên çekdar (wekî Esaîb, Ketayib û Seraya Selam) ku dibêjin ew ê çekên xwe deynin, rapor dipirse: "Ev gaveke baş e, lê pirs ew e; ev hemû çek û çekdar dê bi kû de biçin?" Her wiha tê gotin ku Qays Xezelî hîn jî berevaniyê di rewayetiya mayîna Heşda Şaibî de dike.

Kompanyayên Amerîkî û gefên ewlehiyê

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê pêşwazî li hewlên Iraqê yên bo vegerandina kompanyayên wekî (HKN, Western Zagros û Hunt) kiriye. Lê belê rapor hişyariyê dide: "Ev kompanya berê ji aliyê komên çekdar ve hatine armancgirtin. Heta ku ev kom çekdar bin, ti cih aram nabe."

Bang li Washingtonê: Zextê bikin

Di encama raporê de, daxwaz ji Washingtonê tê kirin ku zextê li Bexdayê bike, da ku "nexşerêyek û demeke diyarkirî" ji bo bêçekkirina komên milîs deyne. Rapor her wiha daxwaz dike ku gavên cidî bo hilweşandina Heşda Şaibî werin avêtin, ji ber ku ev hêz wekî "barekî giran ê darayî û ewlehiyê" li ser milê Iraqê hatiye binavkirin.