Parêzgarê Bexdayê: Serok Barzanî di avakirina Iraqa nû de roleke mezin lîstiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî piştgiriya xwe bo lidarxistina Konfrensa Parêzgarên Iraqê li bajarê Hewlêrê nîşan da û ew wekî pêngaveke giring û erênî wesif kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Hezîrana 2026an li Pirmamê pêşwazî li Parêzgarê Bexdayê Etwan Etwanî û şandeya pê re kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Parêzgarê Bexdayê û şandeya pê re xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê yên ji bo gihîştina bi azadiyê kirin bilind nirxand. Her wiha rola dîrokî ya Serok Barzanî di têkoşîna dirêj, avakirina aramî, tebayî û vejandina Herêma Kurdistanê û avakirina Iraqek nû de bi giringî nirxandin.
Serok Barzanî di hevdîtinê de bal kişand ser têkoşîn û qurbaniyên gelê Kurdistanê di qonaxên cuda de. Serok Barzanî diyar kir ku "aştî û çanda lêborîn û tebayî" bingehên serekî ne ji bo pêşketin û vejandina Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan gotûbêj li ser ezmûna Herêma Kurdistanê ya di warê geşepêdanê de û hewlên ji bo baştirkirina xizmetguzarî û aramiyê li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê kirin.