Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Enbarê bi rêya droneyeke xwekuj êrîşî mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin. Hat ragihandin, di dema êrîşê de Helbûsî û malbata wî li malê bûne, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê; îro 20ê Hezîrana 2026an danê êvarê, bi droneyeke xwekuj êrîşî mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî ya li parêzgeha Enbarê hate kirin.

Jêderekî ewlehiyê ji Polîsê Enbarê ji medyayê re diyar kir, di dema teqînê de Heybet Helbûsî û malbata wî di hundirê malê de bûn. Her çend di encama êrîşê de ziyanên madî yên mezin çêbûne û agir bi malê ketiye jî, lê ti ziyanên canî negihîştine ti kesî.

Piştî bûyerê, hêzên Operasyonên Hevbeş ên Iraqê û Polîsê Enbarê li cihê bûyerê dest bi lêkolînên hûr kirine.

Her wiha jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, berî bîstekê jî droneyeke ji cureya "Şehîd 101" a Îranê, li navçeya Germe ya ser bi parêzgeha Enbarê, li nêzîkî mala Serokê Partiya Teqedum û Serokê berê yê Parlamenê Mihemed Rêkan Helbûsî ketiye xwarê. 

Parçeyên droneyê li ser milk û mala Heybet Helbûsî de ketine û bûne sedema derketina şewatê.

Tîmên Parastina Şaristanî (Agahkuj) yekser gihîştin cihê bûyerê û şewat kontrol kirin.