Elî Seîd: Zêdetir ji 850 hezar koçber û aware li Herêma Kurdistanê dijîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Hevahengî û Krîzan a Herêma Kurdistanê ragihand, niha zêdetirî 854 hezar koçber û aware li Herêma Kurdistanê dimînin. Di heman demê de, rexneyên tund li hikûmeta federal girt ku erka alîkarîkirina wan koçberan piştguh kiriye.
Rêveberê Data û Agahiyan di Navenda Hevahengî û Krîzan de Elî Seîd, îro 20ê Hezîrana 2026an beşdarî bernameyeke Kurdistan24ê bû û amarên dawî yên koçber û awereyan aşkere kirin.
Elî Seîd diyar kir, hejmara giştî ya kesên ku li Herêma Kurdistanê koçber bûne gihîştiye 854 hezar kesan. Li gorî dabeşkirina amaran:
- 285 hezar kes wek "koçber" ji perçên din ên Kurdistanê û welatên cîran hatine tomarkirin.
- 571 hezar kes jî wek "awareyên navxweyî yên Iraqê" ne ku ji ber nearamiya herêmên xwe berê xwe dane Kurdistanê.
Elî Seîd rexne li Hikûmeta Federal a Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan girtin û destnîşan kir, Bexdayê bi ti awayî alîkariya van koçber û awareyan nekiriye. Seîd got: "Tevahiya barê xizmetguzarî û dabînkirina pêdiviyan li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi hevkariya Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) birêve diçe."
Rêber Ehmed: Kurdistan penageheke aram e
Ji aliyê din ve, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan gotarek pêşkêş kir. Ehmed destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê bi dehsalan e ji bo kesên lêqewmî penageheke aram e.
Wezîrê Navxwe bal kişand ser krîza darayî û got: "Tevî hemû zehmetiyên aborî, hikûmetê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de berdewam bûye." Her wiha bang li Hikûmeta Federal û civaka navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî koçberan bicih bînin û Herêma Kurdistanê di bin vî barê giran de bi tenê nehêlin.