Reuters: DAIŞê berpirsyariya xwe bo êrîşa li ser Minbicê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî nûçeyeke ajansa "Reuters"ê, rêxistina DAIŞê berpirsyariya xwe bo wê êrîşê ragihand, a ku li ser bajarê Minbicê li parêzgeha Helebê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê hatibû kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê duhî (Şemî, 20ê Hezîrana 2026ê) ragihandibû ku du serbazên artêşa Sûriyeyê di encama êrîşeke çekdarî de li nêzîkî bajarê Minbicê, li bakurê rojhilatê parêzgeha Helebê, hatine kuştin.

Di beyannameyekê de, ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) belav kiriye, Wezareta Berevaniyê amaje kiriye: "Du serbaz di dema êrîşeke çekdarên nenas de li derdora bajarê Minbicê hatine kuştin." Di wê beyannameyê de tu hûrgiliyên zêdetir li ser awayê wê rûdanê an jî nasnameya êrîşkeran nehatine eşkerekirin.

Ev êrîş di çarçoveya çend êrîşên DAIŞê de tê, ku ji meha Sibata borî ve hatine destpêkirin; ev jî piştî wê yekê tê ku wê rêxistinê destpêkirina qonaxeke nû ya operasyonên xwe yên li dijî hikûmeta Ehmed Şera ragihand.

Vegera êrîşên DAIŞê û girtina berpirsyariya çalakiyan li deverên mîna Minbicê nîşana xurtbûna şaneyên razayî yên wê rêxistinê di nava sînorên Sûriyeyê de ye. Ev zêdekirina êrîşan, ku ji meha Sibatê ve li dijî hikûmeta nû ya Ehmed Şera (ku wekî guhartineka siyasî ya mezin li Sûriyeyê rû dabû) hatiye ragihandandin, nîşan dide ku DAIŞ dixwaze valahiya ewlehiyê ya li bakur û rojhilatê welatî bikar bîne daku zextê bixe ser desthilata nû.