Serok Barzanî sersaxî ji malbata Lîwa Tehsîn Kemekî re xwest

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbat, dost û hevalên Pêşmergeyê dêrîn Lîwa Tehsîn Kemekî re xwest û xwe wekî hevparê xema wan zanî.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê) peyamek parve kir û tê de amaje da xebat û qehremaniya wî û daxwaz ji Xudayê mezin kir ku canê Xudêjêrazî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xem û kovaneka zor me xebera wexera dawiyê ya Pêşmerge û xebatkarê dêrîn Lîwa Tehsîn Kemekî bihîst.

Bi vê helkeftinê, ez sersaxiyê ji malbata Xudêjêrazî Lîwa Tehsîn Kemekî û hemî dost û hevalên wî re dixwazim û ez hevpişkê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

 

Mesûd Barzanî

21ê Hezîrana 2026ê