Nêçîrvan Barzanî: Pêşmergetî pareke serekî ya nasnameya me ya neteweyî ye

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku navê Pêşmerge pir pîroz e û Pêşmergetî pareka zêrîn û serekî ya nasnameya gelê Kurd a neteweyî ye. Herwesa tekez jî kir ku pêşxistina şiyanên serbazî bo rûbirûbûna terorê û gefan pir giring e.

Îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê) bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 5ê ya avakirina xwendekaran li Kolêja Serbazî ya Qelaçolanê li parêzgeha Silêmaniyê bi rê ve çû, ku tê de pileya efseriyê li ser 210 xwendekaran hat parvekirin.

Di çarçvoeya wê ahengê de, Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser rol û meqama hêza Pêşmergeyan û got: “Navê Pêşmerge gelek pîroz e û Pêşmergetî pareka zêrîn û serekî ya nasnameya me ya neteweyî ye, herwesa erkê me tevan e ku em dîroka Pêşmergeyan a pirî qurbanîdan û rûmet biparêzin.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji derçûyên vê gerê kir ku di çarçoveya hêzeka yekgirtî û pîşeyî de xizmetê bikin. Diyar jî kir ku ne tenê meydana rûbirûbûna klasîk cihê erkê wan e, belkî divê li gel guhertinên serdem û canê afirandinê fêr bibin û fêrbûna teknolojiya serbazî û rahênanên berdewam bikin stratejiya karê xwe.

Di pareka din a gotara xwe de, Nêçîrvan Barzanî hişyarî da efserên nû ku berdewam parêzerên bihayên şaristanî, demokrasî û mafên mirovan bin û got jî: "Qet nebin parek ji hevrikî û arêşeyên siyasî." Tekez jî kir ku herdem wekî hêzeka niştîmanî ya Kurdistanî bimînin û berevaniyê ji rûmeta mirovan bikin, bêyî cudahiyên olî û neteweyî.

Serokê Herêma Kurdistanê peyama yekrêzî û pêkvejiyanê bo hemî hêzan tekez kir û diyar kir ku hêz û mana Herêma Kurdistanê girêdayî nehêlana duberekiyan û danana berjewendiyên bilind di ser hemî hevrikiyan re ye.

Li dawiyê jî, Serokê Herêma Kurdistanê supasiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi rêberiya Amerîkayê kir, ji ber piştgiriyên wan ên berdewam bo Pêşmergeyan û artêşa Iraqê di nehêlana terorê de.