Mesrûr Barzanî: Mizgefta Mezin a Barzanî pêdivîtiyeke dîrokî û giring e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê) di merasîmeka berfireh de û bi amadebûna hejmareka zêde ya zanayên olî û kesayetiyan, kevirê bingehîn bo projeya "Mizgefta Mezin a Barzanî" li bajarê Hewlêrê dana.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav merasîman de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser aliyên cuda cuda yên vê projeyê. Serokwezîr eşkere kir ku fikra avakirina vê mizgeftê bo berî sê salan vedigere û wî hest pê kiribû ku: "Hewlêr û Kurdistanê pêdivîtî bi semboleka olî heye, daku rengvedana Xudanasî û mirovdostiya gelê me, herwesa dîroka tije serwerî ya Kurdan di warê dadperwerî û rûbirûbûna zilmê de nîşan bide."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zelal jî kir: "Armanc ji vê projeyê ne tenê avakirina cihekî ye bo Xuddaperestiyê, belkî dê bibe navendek daku nifşên paşerojê di warê zanistê olî de xwe pêş bixin û xizmeta pêkvejiyana aştiyane bikin. Ji vê nerînê ve û li tenîşta mizgeftê, pareka taybet bo pêkhate û olên din jî dê bê avakirina, daku bibe navendek bo xizmetkirina hemî welatiyan bêyî cudahî."

Li ser şêwazê mîmariya projeyê jî, Mesrûr Barzanî bal kişand ser dîzayna wê ya taybet û got: "Şêwazê vê mizgeftê ji reşmal û çadirên Kurdî hatiye wergirtin. Di dîroka me de, reşmal ne tenê cihê xwecihbûnê bûye, belkî di dema awareyî, bêkesî, şoreş û berxwedanê de, penageh û sembola xweragriyê bûye li beramberî zilm û zorê."

Li ser binavlêkirina vê projeyê bi navê "Mizgefta Mezin a Barzanî", Mesrûr Barzanî got: "Wekî wefadariyekê ji bo rêzlêgirtina li mezintirîn rêberê hevdem ê nîştimanî û neteweyî yê gelê me, ku bûye sembola Xudanasî, nîştimanperwerî, dadperwerî û aştiyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Herwesa ev rengvedanek e bo wan bihayên bilind ên ku şêxên terîqeta Barzan ji bo me li pey xwe hêlane. Her ji zemanê Şêx Ebdulselamê Şehîd ve heta Şêx Ehmedê Nûranî û hemî wan kesatiyên bilind ên olî yên ku di welatê me de, di nav gelê me de peyda bûne, ev dê bibe cihek ji bo bîranîna van kesên mezin".

Deqa gotaora Serokê Hikûmetê:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Amadebûyên hêja, mamosteyên ayînî yên birêz, şêxên terîqetê, hûn bi xêr hatin, ser seran û ser çavan. Ez îro di vê helkefta giring de, ku em di xizmeta we yên birêz û xoşewîst de ne, pir pir kêfxweş im ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeyeke bêhempa; projeyeke ku me hîs kiriye pêdiviyeke dîrokî û giring e ji bo bajarê Hewlêrê û ji bo Kurdistana me ya xoşewîst.

Hizra Mizgefta Mezin a Barzanî berî sê salan ji bo wê yekê bû ku me hîs kiribû Hewlêr û Kurdistan pêdiviya wê bi sembolekê heye; semboleke ayînî ku bibe neynika xwedênasî û mirovdostiya gelê me, her wiha bibe neynika dîroka tije serwerî ya gelê me di warê dadperwerî û rûbirûbûna zilm û sitemê de.

Ev mizgefta mezin dê ne tenê bibe cihê xwedênasiyê, lê belê dê bibe cihê ku em bikaribin ji gelek aliyan ve di warê dîn û ayîn de xizmeta gelê xwe bikin, xizmeta ayînê me yê pîroz bikin û xizmeta pêkvejiyana aştiyane ya hemû ayîn û mezheban bikin.

Me xwest ku em vê mizgeftê bi navê Barzaniyê Nemir bikin û navê wê deynin Mizgefta Barzanî, Mizgefta Mezin a Barzanî; wekî dilsoziyekê ji bo rêzgirtina li mezintirîn rêberê hevçax ê nîştimanî û neteweyî yê gelê me, ku bûye sembola xwedênasî, nîştimanperwerî, dadperwerî û aştiyê.

Her wiha ev mizgeft neynikek e ji bo wan nirxên bilind ên ku şêxên terîqeta Barzan ji bo me li pey xwe hiştine. Her ji dema Şêx Ebdulselamê Şehîd bigire heta Şêx Ehmedê Nûranî û hemû wan kesayetên bilind ên ayînî yên ku di welatê me û di nav gelê me de derketine; ev der dê bibe cihê bîranîna van mirovên mezin.

Ev mizgeft ji çendîn beşên cuda pêk tê; wekî hûn dibînin, beşeke wê ya mezin ji bo nimêjkirin, dua, îbadet û xwedêperestiyê hatiye veqetandin. Lê beşên din jî tê de hene ji bo helkeftên ayînî ku pêdivî ye di dirêjahiya salê de çalak bin û di xizmeta welatiyan de bin.

Dê bibe cihê fêrbûn û xwendinê ji bo wan xwendekarên ku dixwazin di warê zanistên ayînî de xwe pêş bixin. Em dê navendeke mezin û pêşkeftî ava bikin ku bikeve xizmeta wan. Her wiha dê çalakiyên wan ên cûrbicûr ên salane hebin ku hemû dîsa di xizmeta welatiyan û bi taybetî çîna hejar a gelê me de bin.

Dê bibe cihê geşepêdana pêkvejiyana ayînî; pêkvejiyana hemû ayîn û mezheban, hemû neteweyên cuda ku em li Kurdistanê pê serbilind in. Rast e welatê me tije cihên îbadetê ye ji bo hemû ayînên cuda, şikir ji Xwedê re; lê me hîs kir ku pêdiviya me bi semboleke mezin heye da ku bajarê Hewlêrê yê xoşewîst li ser asta nexşeya cîhanê, bi rêya sembolên wiha zêdetir cihê xwe bigire.

Ji aliyê rûberê ve ev proje, ev mizgeft dê bibe yek ji mizgeftên mezin ên li ser asta cîhanê. Di gel vê mizgeftê, parkeke mezin ku gelek dar û keskayî tê de hene û goleke mezin jî tê de tê çêkirin; ev hemû dîsa dê bikevin xizmeta welatiyan. Ev proje xwediyê çendîn pîverên cîhanî ye ku beşek ji wan li vir hatin behskirin.

Şêwaza vê mizgeftê dişibe şêwaza reşmal û konan, ku di dîroka gelê me de û di nav êlên cuda yên Kurdistanê de, reşmal û konan xwedî cihekî taybet bûn. Gelek caran di awareyî û bêkesiyê de, di dema şoreş, berxwedan, xweragirî û rûbirûbûna sitemê de, me nedikarî di bajaran de bijîn, lê belê me xwe dispart kon û reşmalan. Her ev der bû cihê ku cenabê Barzaniyê Nemir gelek caran tê de dima.

Ji ber wê yekê, avakirina mizgeftekê bi şêweyê reşmal û konan, ne tenê neynika avahîsaziya kurdî ye, lê belê veguhastina beşek ji dîroka sitemdîtiya gelê me ye, da ku xelk zanibe em di çi qonaxan re derbas bûne.

Tiştê ku cihê kêfxweşiyê ye, ev avahîsazî bi hizreke kurdî û bi dest û hêza endezyarên kurd hatiye çêkirin. Cihê xwe ye ez behsa wê bikim ku dema me hizra xwe bi birêz Wezîrê Ewqafê Kak Piştîwan re parve kir, em li pey kesekî jêhatî digeriyan ku karibe alîkariya me bike di pêkanîna vê hizrê de, yan jî vê hizrê bike rastiyek.

Piştre Kak Dr. Goran hat, em pê re rûniştin û piştî gelek caran gotûbêjkirinê, me gelek guhertin di dîzaynê de kirin, lê di encamê de em gihîştin vê şêwazê ku niha li ber çavên we ye. Ez spasiya Kak Endezyar Goran dikim, bi rastî karekî bêhempa kiriye, û înşellah em dê di demeke nêz de dest bi avakirina vê mizgefta mezin bikin, da ku bikeve xizmeta hemû welatiyên birêz.

Cihê xwe ye ez spasiya hemû wan birêzan jî bikim ku amadehiya xwe nîşan dane ji bo ku beşdar bibin di encamgihandina vê projeya mezin de.

Di encamê de ev proje, ev mizgefta mezin dê bibe nîşanek, dê bibe sembolek ku nîşan dide gelê me gelekî xwedêperest e, gelekî mirovdost e, gelekî dadperwer e û em her dem amade ne ku ji bo xizmeta gel û welatê xwe, bi rêya ayîn û xwedênasiyê berdewam bin.

Wekî ku tê gotin, hezkirina niştiman ji ayînê tê; loma ev mizgeft dê bikeve xizmeta hemû welatiyan. Ez hêvî dikim hûn di xwedêperestiyê de berdewam bin û di rêzgirtina li nirxên bilind ên gelê me û di hezkirina welatê me de berdewam bin.

Hûn her serkeftî bin, welatê me jî her ava be. Pir pir spas ji bo hatina we.