Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê mezintirîn mizgefta cîhanê li Hewlêrê danî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya Mizgefta Mezin a Barzanî li paytext Hewlêrê danî. Ev mizgeft ku li ser rûberê 2 mîlyon metre çargoşe tê avakirin, dê bibe mezintirîn mizgefta cîhanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Hezîrana 2026an, bi rêya peyamekê di tora civakî ya (X) de, danîna kevirê bingehîn ê projeya Mizgefta Mezin a Barzanî ragihand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de şanaziya xwe bi vê projeyê anî ziman û got: "Cihê şanaziyê ye ku me kevirê bingehîn ê Mizgefta Mezin a Barzanî li Hewlêrê danî. Ev proje li ser rûberê 2 mîlyon metre çargoşe û bi destê karî yê navxweyî tê avakirin. Piştî temambûnê, ev mizgeft dê bibe mezintirîn mizgefta li ser asta cîhanê."
Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola dîrokî ya mizgeftan di civaka Kurdistanê de û hêviyên xwe yên ji bo vê navenda nû wiha anî ziman: "Wekî ku di dîroka Kurdistanê de mizgeft cihê pêgihandina zana û rêberan, navendên şêwirînê û sembola yekîtiya gelê me bûne, em hêvî dikin ku ev mizgeft jî bibe navendeke mezin a xwedênasî, îrfan, zanist û xizmeta nîştiman."