Serokê Desteya Veberhênanê: Deriyên Kurdistanê ji bo veberhênerên biyanî her tim vekirî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand, armanca sereke ya hikûmetê curbicurkirina çavkaniyên aboriyê ye û ji bo vê yekê jî hêsankariyên bêhempa pêşkêşî veberhênerên biyanî dikin.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro 21ê Hezîrana 2026an, di merasîma salvegera damezrandina branda "Invest Kurdistan" de, gotarek pêşkêş kir. Şukrî di gotara xwe de tekezî li ser kêmkirina girêdayîbûna bi yek çavkaniya dahatê (petrolê) kir û diyar kir ku ev yek bi rêya geşkirina veberhênana biyanî pêkan e.

Mihemed Şukrî aşkere kir, branda "Invest Kurdistan" bi armanca naskirina derfetên veberhênanê yên Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê hatiye damezrandin. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku bi raspardeya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hewildanên ji bo rakêşana sermayeya biyanî zêdetir bûne. Şukrî wekî mînak amaje bi beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê di sê salên dawî de di Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) de kir.

Di çarçoveya peywendiyên derve de, Serokê Desteya Veberhênanê spasiya Fermangeha Peywendiyên Derve û nûneratiyên hikûmetê kir ku li welatên wekî Îtalya, Fransa û Hollandayê forumên aborî rêkxistine. Herwiha diyar kir ku di nêzîk de forumeke taybet a aborî li gel welatê Îspanyayê jî ji bo naskirina derfetên veberhênanê tê lidarxistin.

Mihemed Şukrî daneyên giring parve kirin û got: "Heta niha li Herêma Kurdistanê molet ji bo zêdetirî 1,700 projeyên veberhênanê hatiye dayîn. Balkêş e ku tenê di serdema Kabîneya Nehem de 850 moletên nû hatine dayîn. Ev tê wê wateyê ku zêdetirî %50 ê hemû moletên di dîroka veberhênana Kurdistanê de (ji sala 2006 heta 2026), di vê kabîneyê de hatine dayîn.

Şukrî herwiha bal kişand ser giringiya kerta taybet di proseya avakirina welat de û ragihand, wan nexşerêyeke nû ya veberhênanê di kerta geştiyariyê de amade kiriye. Ev nexşerê 24 projeyên stratejîk li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe li xwe digire.

Di dawiya gotara xwe de, Serokê Desteya Veberhênanê dilniyayî da hemû veberhêneran û got: "Deriyên Herêma Kurdistanê her tim li ber we vekirî ne û hikûmet bi hemû şiyana xwe piştevaniya karên we dike."