Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer dest ji kar kişand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer bi fermî destkişandina xwe ji serokatiya hikûmetê û serokatiya Partiya Karkeran ragihand.
Keir Starmer îro 22ê Hezîrana 2026an di gotarekê de ragihand, ew dest ji kar dikişîne. Starmer daxwaz ji partiya xwe kir ku heta 9ê meha Tîrmeha bê berbijArekî nû ji bo şûna wî destnîşan bikin. Herwiha tekez kir ku proseya dewrkirina desthilatê dê bi awayekî qanûnî û aram pêk bibe.
Starmer di gotara xwe ya xatirxwestinê de behsa destkeftiyên hikûmeta xwe ya du salan kir û got: "Di vê heyamê de me karî rûmeta Brîtanyayê li ser asta navdewletî vegerînin û hejmara koçberên ku tên welatê me kêm bikin."
Starmer herwiha bal kişand ser serkeftinên xwe û got, wan otêlên penaberan girtine û sîstema penaberiyê ji nû ve birêk xistiye. Destnîşan kir jî, di heyama desthilata xwe de nîv mîlyon zarok ji hejariyê rizgar kirine. Herwiha Starmer diyar kir ku ew ê piştgiriya serokê nû yê partiyê bike, da ku Partiya Karkeran di hilbijartinên bê de careke din bibe desthilatdar."
Keir Starmer di Tîrmeha sala 2024an de, piştî serkeftineke dîrokî ya Partiya Karkeran, dawî li desthilata 14 salî ya Partiya Parêzgeran anîbû û bûbû Serokwezîr.
Starmer di destpêka karê xwe de sozên wekî guhertinên bingehîn di warê aborî, tenduristî û koçberiyê de dabûn. Di du salên borî de, hikûmeta wî gelek rênimayên tund ji bo kêmkirina lêçûnên giştî û birêkûpêk kirina sîstema penaberiyê girtibûn ber xwe.