Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Parlamena Kanadayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Koma Dostaniya Kanadî û Kurdî ya li Parlamena Kanadayê kir û bi hev re pêşxistina peywendiyên aborî û teknolojîk ên navbera Herêm û Kanadayê gotûbêj kirin. Şanda mêvan jî pêzanîna xwe ji bo xebata Pêşmerge dubare kir.
Barageha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê kir ku îro 22ê Hezîrana 2026an, Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Koma Dostaniya Kanadî û Kurdî ya Parlamena Kanadayê kir, ku ji Ziyad Ebdulletîf endamê Parlamena Kanadayê û Ehmed Husên endamê Parlamena Kanadayê û wezîrê berê yê Geşepêdana Navdewletî ya hikûmeta Kanadayê pêk dihat.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di hevdîtinê de şanda mêvan tevî derbirîna kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina ligel Serok Barzanî, tekezî li ser rewatiya doza gelê Kurdistanê kir û pêzanîna wan ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de hebû.
Herwiha amaje bi wê jî kir ku şandeyê kurteyek li ser kar û çalakiyên Koma Dostaniya Kanadî û Kurdî ya li Parlamena Kanadayê û hevahengiya wan bi Federasyona Revenda Kurdî re û rola wê federasyonê di piştgirîkirina doza gelê Kurdistanê de pêşkêş kir; hevdem daxwaz kirin ku dostanî û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê di warê aborî û teknolojiyê de berfirehtir bibin.
Barageha Barzanî herwiha dibêje: Di heman hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya piştgirî û havkariyên gel û hikûmeta Kanadayê kir ku di qonaxên cuda de û bi taybetî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de piştevanê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûne. Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo kûrkirina dostanî û peywendiyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Kanadayê dubare kir û di vê derbarê de ronahî xiste ser xalên pêwîst.