Amerîkayê moleta firotina petrolê da Îranê û 12 milyar dolar tên azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî danûstandinên teknîkî yên di navbera Tehran û Washingtonê de li Swîsreyê, Amerîkayê biryara rakirina dorpêça li ser petrola Îranê û azadkirina 12 mîlyar dolarî da.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî bi daxuyaniyekê ragihand, gera danûstandinên teknîkî yên li Swîsreyê bi serkeftî bidawî bûye. Xerîbabadî diyar kir ku li ser bingeha van hevdîtinan, çar tîmên kar ên pispor hatine avakirin ku dê kar li ser van mijaran bikin:

1- Rakirina dorpêçan.

2- Karûbarên atomî.

3- Avakirin û geşepêdana aborî.

4- Çavdêrî û cîbicîkirina lihevkirinan.

Rê bi firotina petrolê hat dayîn

Li ser asta aborî, kanala "Press TV" ya Îranî diyar kir, Ofîsa Kontrolkirina Sermayeyên Biyanî ya Amerîkayê (OFAC) "destûreke giştî" weşandiye. Li gorî vê biryarê, êdî Îran dikare petrol û berhemên xwe yên petrokîmyayî bifiroşe. Ev biryar bi fermî di malpera wezareta darayî ya Amerîkayê de jî hatiye weşandin.

12 mîlyar dolarên Îranê tên azadkirin

Hevdem ligel van gavan, lihevkirina li ser azadkirina 12 milyar dolarên Îranê yên ku li derveyî welat hatibûn blokekirin, derbasî qonaxa cîbicîkirinê bû. Hat ragihandin ku ev pere dê di du qonaxan de (her carê 6 milyar dolar) radestî Îranê were kirin.

Ewlehiya herêmî û erkê nû li Libnanê

Li ser asta ewlehî û aramiya navçeyê, Xerîbabadî da zanîn ku derbarê ewlehiya derbasbûna keştiyan di Tengava Hurmizê re, mekanîzmayeke nû hatiye pesendkirin.

Her wiha ji bo kêmkirina rageşiya li navçeyê, biryar hat girtin ku bi beşdariya Pakistan û Qatarê, yekeyeke taybet a bi navê "Rêgirtina li Pevçûnan" li Libnanê were avakirin. Armanca vê yekeyê ew e ku rê li ber kûrbûna krîzên leşkerî û siyasî yên li navçeyê bigire.