Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Mihemed Kazim Sadiq ragihand, welatê wî rêzê li biryara hikûmeta Iraqê ya derbarê komkirina çekên milîsan de digire. Sadiq tekez kir ku divê kontrolkirina çekan tenê di destê dewletê de be.
Balyozê Îranê li Iraqê Mihemed Kazim Sadiq îro 23ê Hezîranê di hevpeyvîneke televizyonî li gel kanaleke Iraqî de, diyar kir ku peywendiyên her du welatan pir kûr û stratejîk in û ev peywendî "ji hikûmetan û pêşhatên siyasî wêdetir in."
Sadiq di daxuyaniya xwe de piştgiriya Tehranê bo biryara Bexdayê nîşan da û got: "Em rêzê li biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo komkirina çekên grûpên milîs digirin, daku kontrola çekan tenê di destê hikûmetê de bimîne."
Balyozê Îranê her wiha destnîşan kir, têkoşîna dijî terorê, parastina ewlehiya sînoran û geşepêdana peywendiyên bazirganî, stûnên herî giring ên peywendiyên navbera Îran û Iraqê ne.
Derbarê rewşa aloziyên navçeyê de, Sadiq got: "Biryara bereyê berxwedanê, bijardeya gelê Iraqê bi xwe ye. Îran rêzê li mafê parastina gelê Iraqê digire, lê Tehranê ti carî daxwaz ji ti welatekî nekiriye ku xwe bixe nav eniya şer a li dijî Amerîka û Îsraîlê."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Balyozê Îranê bal kişand ser peywendiyên zanistî û perwerdeyê û eşkere kir, niha 74 zanîngehên Îranê di lîsteya wan zanîngehên biyanî de ne ku ji aliyê Zanîngeha Bexdayê û wezareta peywendîdar ve hatine pesendkirin û naskirin.