Li Herêma Kurdistanê pileya germahiyê bi awayekî berçav dadikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên keşûhewayê yên 48 saetên bê belav kirin. Li gorî daxuyaniyê, ji sibe ve pileya germahiyê li hemû herêman dadikeve û ev hênikbûn dê zêdetirî hefteyekê berdewam bike.

Keşnasiya Herêmê ragihand, îro Sêşemê 23.06.2026an keşûhewa dê bi giştî sayî û kêmewrayî be û pileya germahiyê li gorî duh hinekî bilindtir dibe. Lê belê, ji siba ve keşûhewan hênik dibe û pileya germahiyê li hemû herêman dadikeve.

Daketin di navbera 5 û 9 pileyî de ye

Li gorî zanyariyên keşnasiyê, herî zêde li devera Hacî Omeran (9 pile) û herêma Germiyanê (8 pile) germahî dadikeve. Li bajarên mezin jî hênikbûneke berçav tê hîskirin.

Pileyên germahiyê yên pêşbînîkirî (Sêşem - Çarşem):

- Hewlêr: Ji 43 dadikeve 38 pileyan.

- Silêmanî: Ji 42 dadikeve 37 pileyan.

- Dihok: Ji 43 dadikeve 37 pileyan.

- Helebce: Ji 45 dadikeve 39 pileyan.

- Zaxo: Ji 44 dadikeve 37 pileyan.

- Germiyan: Ji 48 dadikeve 40 pileyan.

- Hacî Omeran: Ji 33 dadikeve 24 pileyan.

Keşnasiyê her wiha bal kişand ser wê yekê ku sibe Çarşemê, ji ber bilindbûna tozê (xubar), dibe ku dîtina asoyî kêm bibe. Hat diyarkirin ku ev pêla hênikiyê dê hefteyekê yan jî zêdetir bikişîne û li piraniya deveran pileya germahiyê dê li jêr 40 pileyî be.