Li Zaxoyê kevirê bingehîn ê kargeheke mezin a derman û pêwîstiyên bijîşkî hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya projeyên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, îro kevirê bingehîn ê Kargeha Dasin a ji bo berhemanîna serûm û dermanan li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hat danîn.

Ev kargeh yek ji projeyên giring ên hikûmeta bi serokatiya Mesrûr Barzanî ye ku armanca wê dabînkirina ewlehiya tenduristiyê, geşepêdana berhemanîna navxweyî û peydakirina dermanan bi kalîteyeke bilind û bihayekî guncaw e.

Zanyariyên projeyê:

- Navê Projeyê: Kargeha Dasin a ji bo berhemanîna şilemeniyên bijîşkî (serûm) û pêdiviyên dermanan.

- Cîh: Nahiyeya Batêl, Îdareya Serbixwe ya Zaxo.

- Rûber: 45,000 metreyên çargoşe.

- Budce: 22 milyon û 250 hezar dolar.

- Veberhêner: Kompanyaya Shamalk Medical (bi xwedîtiya Elî Gazî Ebdullah).

- Dema qedandinê: 36 meh.

Şiyana berhemanîna salane:

Kargeh dê bi teknolojiyeke pêşkeftî salane van berheman pêşkêş bike:

- Şilemeniyên bijîşkî (Serûm): 12 milyon şûşe.

- Heb (Tablet): 3 milyon û 500 hezar heb.

- Dilopker (Qetre): 2 milyon dane.

- Serinc û derzî: 1 milyon dane.

Giringî û armanca kargehê

Avakirina vê kargehê dê bandoreke mezin li ser sektora tenduristiyê ya Kurdistanê bike. Armancên sereke kêmkirina hawirdekirina dermanan ji derve û amadebûna li hember her krîzeke nexwestî ya dermanan e. Her wiha ev proje di dema avakirinê de derfeta kar ji bo zêdetirî 200 kesên devera Zaxoyê peyda dike.

Kargeh li gorî standardên herî bilind ên navdewletî tê avakirin û dê bibe piştgiriyek ji bo lêkolînên zanistî û perwerdehiyê jî. Di nav kargehê de taqîgehên nûjen ên kontrolkirina kalîteyê, depoyên taybet ên madeyên xav, holên berhemanîna, avahiyên xizmetguzariyê û qadên kesk hatine dîzaynkirin.