Efserekî pilebilind ê rejîma Esed hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, wan Osame Mehmûd Hemûde, ku wekî "Ebû Elaa Cewiyê" tê naskirin û yek ji efserên pilebilind ên îstîxbarata rejîma berê ya Beşar Esed bû, girtine. Hemûde dema ku hewl dida ji welat bireve, di operasyoneke taybet de hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe, yekeyên taybet ên ewlehiyê piştî şopandineke hûr, karîn berî ku Ebû Elaa Cewiyê ji Sûriyeyê derkeve, wî dorpêç bikin û binçav bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, lêkolînên destpêkê gelek binpêkirinên giran ên Hemûde aşkere kirine. Ebû Elaa Cewiyê bi van tawanan tê tawanbarkirin:
- Birêvebirina grûpên ku bi awayekî neyasayî welatiyan digirtin û di navendên binçavkirinê de winda dikirin.
- Amadekirina raporên sîxuriyê û îstîxbaratî li dijî hejmareke mezin a welatiyan, ku jiyana wan xistibû metirsiyê.
- Birêvebirina grûpên çekdar ên ku zext û tundî li dijî xelkê sivîl dikirin.
Wezaretê her wiha destnîşan kir, lêkolîn li gel Ebû Elaa Cewiyê berdewam dikin û dê di demeke nêz de radestî dadgehê were kirin, da ku cezayê xwe yê yasayî wergire.
Piştî ku di Berçileya 2024an de hêzên opozîsyona Sûriyeyê Şam kontrol kirin û Beşar Esed ber bi Moskoyê ve reviya, hikûmeta nû ya welat dest bi operasyonên paqijkirina paşmayên rejîma berê kiriye.
Heta niha di çarçoveya van operasyonan de gelek efser, serkirdeyên îstîxbaratê û berpirsên pilebilind ên rejîma berê hatine girtin. Rayedarên nû yên Sûriyeyê dibêjin ku ev gav ji bo pêkanîna dadperweriyê û cezakirina tawanbarên şer giring e.