Şam: Pereyên kevn heta dawiya meha Tîrmehê tên bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Banka Navendî ya Sûriyeyê ragihand, kaxezên diravî yên kevn heta 30ê Tîrmeha 2026an derbasdar in û welatî dikarin di hemû danûstandinên xwe yên rojane de bikar bînin.
Banka Navendî di daxuyaniyekê de aşkere kir, di heyama "hevjiyana diravî" de, pereyên kevin xwedî hêza tam a diravî ne. Welatî dikarin van pereyan di kirîn û firotinê de bikar bînin an jî li xalên fermî yên pejirandî bi dravên nû biguherînin.
Li gorî daxuyaniyê, piştî dîroka 30.07.2026an, kaxezên diravî yên kevn hêza xwe ya yasayî winda dikin û êdî di bazaran de nayên qebûlkirin. Lê belê, ev nayê wê wateyê ku nirxê wan winda dibe. Banka Navendî diyar kir ku proseya vekişandin û guhertina van pereyan dê heta pênc salan li navendên Banka Navendî berdewam bike.
Mekanîzm û rêkarên guhertina van pereyan a piştî sala 2026an, dê di demên pêş de ji aliyê bankayê ve bi fermî werin ragihandin.
Banka Navendî ya Sûriyeyê bang li welatiyan kir ku guh nedin şirove û nûçeyên nefermî yên derbarê daxuyaniyên bankê de. Hat tekezkirin ku divê welatî tenê pişta xwe bi kanalên fermî yên Banka Navendî girê bidin.