Serokwezîrê Iraqê: Mûçeyên fermanberên Kurdistanê ti arêşe nînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ragihand ku mûçeyên tevahiya fermanberên Iraq û Herêma Kurdistanê ti arêşeya nînin û her meh dê di dema xwe ya diyarkirî de bên xerckirin.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî îro (Yekşem, 21ê Hezîrana 2026ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan re eşkere kir: "Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro ji min re ragihand ku mûçeyên tevahiya fermanberên Iraq û Herêma Kurdistanê bê arêşe ne û dê her meh dê di dema xwe ya diyarkirî de bên belavkirin."
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, Wezareta Darayî ya Federal dest bi temwîla mûçeyên meha Hezîranê (6) ya wezaretên Iraqê kiriye. Herwesa biryar e ku piştir temwîla mûçeyên wê mehê yên fermanberên Herêma Kurdistanê jî bixe ser hesabê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Lîsteya mûçeyan û hevsengiya pêdaçûnê ya vê mehê hefteya borî radestî Wezareta Darayî ya Federal hatibû kirin. Tê çaverêkirin ku piştî gihîştina pereyî, di dema sê rojan de mûçeyên hemî wezaret û desteyan bên belavkirin.
Vê mehê, hejmara fermanberên ku di projeya "Hejmara Min" de hatine tomarkirin gihîştiye 900 hezar kesan, û zêdetir ji 800 hezar mûçexuran dê mûçeyên xwe bi awayê dîjîtalî werbigirin.