Xwepêşandanên Qamişlo di roja sêyem de ne: "Na ji gendelî û birçîkirinê re"
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo, xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî buhabûna bihayê sotemeniyê û xirabûna rewşa jiyanê di roja sêyem de berdewam dikin.
Îro 23ê Hezîranê jî bi dehan welatiyên Qamişloyê daketin qadan û nerazîbûna xwe li dijî bilindbûna nirxan, qutbûna elektrîkê û kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn nîşan dan.
Xwepêşandêran bi hildana pankartan û berzkirina dirûşmên wek "na ji gendeliyê re!", "na ji birçîkirina gel re!", "belê ji dabeşkirina dadperwer a samanan re!" û "na ji buhabûna nirxan re!", daxwaza çaksaziyên aborî û dadperweriyê kirin.
Li aliyê din, krîza sotemeniyê bandoreke giran li sektora veguhastinê kiriye. Xwediyên teksî û wesayitên veguhestina giştî, li ber navenda sereke ya sotemeniyê ya bajarê Qamişlo kom bûn û ketin grevê.
Ajokaran diyar kirin, bihayê nû yê sotemeniyê li ser karê wan bûye barekî giran û daxwaz kirin ku biryara zêdekirina bihayê mazotê were hilweşandin.