Hatimogullari: Divê Qanûna Çarçoveyê demildest were rojeva Meclîsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî. Hatimogullari bal kişand ser nezelaliya di pêvajoya aştiyê de û daxwaz kir ku berî meha Tîrmehê "Qanûna Çarçoveyê" bibe rojeva fermî ya parlamentoyê.

Tulay Hatimogullari îro 23ê Hezîrana 2026an di axaftina xwe de bal kişand ser şer û pevçûnên li herêmê û destnîşan kir ku divê Tirkiye di demeke wiha de pêşengiya aştiyeke demokratîk bike. Hatimogullari diyar kir ku ev pêvajo bi gotinên vala nabe û pêdivî bi bingeheke hiqûqî heye.

Hatimogullari daxwaz û pirsên gel ên li herêmê anîn ziman û got: “Li herêmê gel ji me re dibêje; ‘PKK’ê çekên xwe şewitandin lê Tirkiyeyê ti gav neavetin’. Ji me dipirsin, ‘Gelo dewlet pevçûnê dixwaze an?’. Ev ne pirsa me ye, pirsa gel e. Mafê kesî tune ye ku hêviyên gel ên aştiyê bişkîne.”

Hevseroka DEM Partiyê hişyarî da desthilatê ku derxistina qanûna çarçoveyê nexin serdema piştî betlaneya Meclîsê û got: “Divê beriya meha Tîrmehê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê. Em ê helwesta, ‘negihîşt vê mehê û piştî Meclîs vebibe em ê bînin rojevê’ qebûl nekin. Li cihekî ku çek bêdeng bûne, divê çarçoveya qanûnî bingeha demokrasî û hiqûqê xurt bike.”

Hatimogullari tekez kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi tirsê heye, lê belê bi avakirina siberojeke nû heye û got ku aştî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêdiviyeke jiyanî ye: “Weke DEM Partiyê em her tim girîngiya aştiyê tînin ziman. Ya ku muzakereyê xurt dike têkoşîn e. Em ê ji bo aştiya civakî têkoşîna xwe bidomînin.”