Piştî 4 salên hişkesaliyê: Berhemê hinguv li Kurdistanê bi awayekî berçav zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî çar salên ku ji ber hişkesaliyê berhemê hinguv kêm bûbû, îsal sektora hinguvvaniyê li Herêma Kurdistanê geşebûneke mezin bi xwe ve dît. Hinguvvan sedema vê zêdebûnê vedigerînin barana baş û lêhatiya keşûhewayê.

Hinguvvanên Kurdistanê diyar dikin, îsal ji ber barîna baraneke baş, kulîlk û giyayên biharê pir û curbicur bûn. Ev yek bû sedem ku mêşên hinguv şîraveke curbicur kom bikin, ku hem kalîteya hinguv bilind kiriye û hem jî bûye sedema geşbûna kewarên mêşan.

Hinguvvan Bestûn Teyfûr ji Kurdistan24ê re ragihand, di çar salên borî de ji ber hişkesaliyê berhemê wan pir kêm bibû, lê îsal rewş bi temamî guheriye. Teyfûr got: "Îsal ji ber barana baş û cibicuriya kulîlkan, me berhemeke zêdetir û bi kalîteyeke bilindtir bi dest xist."

Pisporê perwerdekirina mêşên hinguv Osman Mecîd jî bal kişand ser zehmetiyên salên borî û got: "Hişkesalî gihiştibû asteke wisa ku hinguvvanan nekarîbûn karên xwe bi rê ve bibin, ji ber ku çavkaniyên avê hişk bûbûn." Mecîd kêfxweşiya xwe nîşan da ku îsal bi vejîna çavkaniyên avê, berhemê hinguv gihîştiye asteke pir baş.

Osman Mecîd hişyarî da ku hinguvê ji derve tê hawirdekirin, bi piranî ne eslî ye û zirarê digihîne berhemê navxweyî. Mecîd bang li hikûmet û welatiyan kir ku piştgiriya hinguvê Kurdistanê bikin.

Herwiha got: "Hinguvê Kurdistanê îsal gihîştiye asteke wisa bilind ku dikare di pêşangehên navdewletî de ligel hinguvê welatên erebî û cîhanî bikeve pêşbaziyê. Pêwîst e pêşangehên taybet bên vekirin, da ku ev berhemê me yê neteweyî baştir were naskirin."