Li ser daxwaza Mesrûr Barzanî; Şêxê Ezherê serdana Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêxê Ezherê bi rengekê fermî daxwaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo serdanikirina Herêma Kurdistanê û qebûl kir ragihand ku di derfeteke guncayî de, ew dê bi şanazî ve serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) li Qahîreya paytexta Misrê, bi serokatiya şandeka bilind a wezaretê, li gel Şêxê Ezherê Şêx Ehmed Teyib û berpirsên bilind ên Meşîxeya Ezherê cîviya.

Di wê hevdîtinê de, Piştîwan Sadiq li ser navê Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaznameyeka fermî pêşkêşî Şêxê Ezherê kir bo serdanikirina Herêma Kurdistanê. Şêxê Ezherê jî bi dilxweş]iyeka mezin ve ew daxwazname qebûl kir û ragehand: "Di derfeteke guncayî de, ez dê bi şanazî ve serdana Kurdistanê bikim."

Herwesa Şêxê Ezherê spasî û rêzên xwe arasteyî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kirin, ji ber avakirina avahiyekê hevdem bo "Peymangeha Ezherê" li bajarê Hewlêrê, ku di dema borî de kevirê bingehîn ê wê pirojeyê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû danan.

Di tewerekê dî yê wê hevdîtinê de, Şêxê Ezherê û berpirsên Meşîxeya Ezherê bi girîngiyeka taybet ve behsa avakirina "Mizgefta Mezin a Barzanî" li bajarê Hewlêrê kir.

Şêxê Ezherê bi rêz ve li dîroka gelê Kurd nêrî û rola zanayên olî û xelkê Kurdistanê di xizmetkirina ola Îslamê, mirovatî û çespandina çemkê pêkvejiyanê de bilind nirxand. Herwesa tekez li ser peywendiyên dîrokî û kevn ên ku her du gelên Kurdistan û Misrê pêkve girê didin kir.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî jî ji aliyê xwe ve bal kişand ser rewşa nimûneyî ya pêkvejiyana olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê û wê aramiya ku hemî pêkhate tê de pişkdar in.

Herwesa yadaşteka jihevtêgehiştinê ji aliyê Wezîrê Ewqafê ve pêşkêşî Şêxê Ezherê hat kirin. Şêxê Ezherê piştgiriya xwe ya temam diyar kir û ev yadaşt wekî pêngaveka giring û pirbaha wesf kir.

Di dawiya wê hevdîtinê de, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî pirtûka pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê pêşkêşî Şêxê Ezherê kir, û li beranber wê yekê Şêxê Ezherê jî Metala Rêzlêgirtinê ya Meşîxeya Ezherê pêşkêşî wezîr kir.