Mesrûr Barzanî Parka Baxçeyên Helawîstî yên Babilê li Hewlêrê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) parkeka mezin û modern bi navê "Gansa de Babel" (Parka Baxçeyên Helawîstî yên Babilê) li bajarê Hewlêrê vekir, ku bilindtirîn stûna Alaya Kurdistanê li ser asta Iraqê tê de hatiye binecihkirin û wekî navnîşana nû ya geştyarî û jîngehî tê dîtin.
Ev projeya ku wekî navnîşaneka nû ya geştiyarî û jîngehî li paytextê tê dîtin, di çarçoveya pirojeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye bo zêdekirina rûberê keskatiyê û dabînkirina jîngeheka saxlem. Parka "Gansa de Babel" li ser rûberê nêzîkî 59 hezar metreyên çargoşeyî hatiye avakirin û karên wê di dema 20 mehan de bi dawî hatine.
Yek ji taybetmendiyên herî diyar ên vê parkê hebûna stûna alayê bi bilindahiya 63 metran e, ku wekî bilindtirîn stûna alayê li seranserî Iraqê tê hesibandin. Herwesa li gel wê stûna serekî, zêdetirî 50 alayên din ên Kurdistanê li derdora parkê hatine çikilandin ku dîmenekî bêhempa didin wî cihî.
Ev proje xwediyê sê dergehên serekî ye û devera Enkawa û pirojeya "Erbil Avenue"yê pêkve girê dide. Ji aliyê dîzayn û avasaziyê ve, pireka marpêçî ku 7 metran ji asta erdî bilind e li gel tûneleka jêrzemînî tê de hatiye çêkirin, daku hatin û çûna welatiyan hêsan bike. Bo aliyê werzişî jî, yarîgeheka pêşkeftî ya lîstika "Padil"ê (WOP) di nav parkê de hatiye avakirin.
Taybetmendiyên Serekî yên vê parkê:
Rûberê Giştî: 59.000 metreyên çargoşeyî
Dema Çêkirinê: 20 meh
Bilindahiya Stûna Serekî: 63 metre (Bilindtirîn li ser asta Iraqê)
Hejmara Alayên Din: Zêdetirî 50 alayên Kurdistanê
Bilindahiya Pira Marpêçî: 7 metre ji asta erdî