CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) tekez kir ku bo rûbirûbûna her pêşhateka ewlehiyê, hêzên wan li Rojhilata Navîn di amadebaşiya temam û herdemî de ne.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku her du keştiyên balafirhilgir ên Amerîkayî li ser kar û erkên xwe li Rojhilata Navîn berdewam in.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku hêzên Amerîkayê li deverê dê bi amadebûn û hişyariya herdemî li beranberî her guhartineka ku rû bide bimînin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, keştiya balafirhilgir a "George Bush" niha li avên Deryaya Erebî dest bi livîn û tevgerê kiriye û mijûlî bicihanîna erkên xwe ye; ev jî di çarçoveya bihêzkirina hebûna serbazî û deryayî ya Amerîkayê li deverên avî yên hestyar li Rojhilata Navîn de ye.
Ev daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) rasterast girêdayî parastina ewlehiya deryayî û rêyên enerjiyê li Rojhilata Navîn e, bi taybetî li deryayên derdora Kendavê û Deryaya Erebî.
Livandina keştiya balafirhilgir a "George Bush" wekî peyameka xurt a berevaniyê tê dîtin, bo rûbirûbûna her metirsiyekê li ser keştiyvaniya navdewletî û parastina berjewendiyên Hevpeymanan li deverê. Hebûna van hêzan di asta herî bilind a amadebaşiyê de hevsengiya serbazî li deverên avî yên stratejîk diparêze.