MSD: Bêyî çaksaziya siyasî ya rasteqîn krîza aborî li Sûriyê çareser nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê xirabûna bilez a rewşa jiyanê û hilweşîna aborî li Sûriyê anîn ziman. MSDê bal kişand ser ku xizanî gihîştiye asteke xeternak û hêza kirînê ya welatiyan bi temamî nemaye.

MSDê îro 24ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, karesata ku gelê Sûriyê îro tê de dijî ne tenê krîzeke aborî ya demkî ye, belkû encama rasterast a "avahiya siyasî ya girtî" û nebûna reformên rasteqîn di birêvebirina dewletê de ye. 

MSDê tekez kir, polîtîkayên li ser bingeha yekdestdarî, berjewendiyên teng û dûrxistina civakê ji biryaran, welat ber bi hilweşînê û koçberiyê ve biriye.

MSDê eşkere kir ku her hewildaneke ji bo baştirkirina aboriyê, bêyî çaksaziyeke siyasî ya kûr ku serweriya qanûnê û şefafiyetê dabîn bike, dê bi ser nekeve. 

Di daxuyaniyê de piştgiriya tam ji bo xwepêşandanên aştiyane yên gel hat nîşandan û kilîta derketina ji krîzê di van xalan de hat destnîşankirin:

- Destpêkirina pêvajoyeke çaksaziya siyasî ya piralî û giştgir.

- Avakirina saziyên dewletê li ser bingeha hemwelatîbûn û jêhatîbûnê.

- Cîbicîkirina siyasetên aborî yên dadperwer û têkoşîna li dijî gendeliya saziyî.

- Dabînkirina parastina civakî ji bo çînên herî hejar.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku mafê gelê Sûriyê yê ji bo jiyaneke bi rûmet, nabe bibe rehînê paşxistin an bazarên siyasî. MSDê hişyarî da ku êdî bihnfirehiya gel li hemberî hejarî û bêhêvîtiyê nemaye û her derengxistinek di çaksaziyan de, dê lêçûna hilweşînê li ser civak û dewletê girantir bike.