ENKS di 52 saliya "Kembera Erebî" de: Divê maf ji xwediyên wan re werin vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bi daxuyaniyekê 52emîn salvegera cîbicîkirina projeya "Kembera Erebî" bi bîr anî û ev proje wekî "yek ji rûyên herî metirsîdar ên siyaseta nijadperest" binav kir ku armanca wê guhartina demografîk û qutkirina pêwendiya erdnîgariya Kurdistanê bû.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir. di 24ê Hezîrana 1974an de, rejîma Beisê bi biryara hejmar 521 dest bi cîbicîkirina vê projeyê kir. Ev proje li ser bingeha plana Mihemed Teleb Hîlal a sala 1962an hatibû amadekirin, ku armanc jê rûxandina bingeha civakî û aborî ya gelê Kurd li ser axa wan a dîrokî bû.

Guhartina demografîk ji Dêrikê heta Serê Kaniyê

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hat kirin, di çarçoveya vê projeyê de, rûberên berfireh ên zeviyên çandiniyê yên welatiyên Kurd hatin desteserkirin û li seranserî xeta sînorî ji Dêrikê heta Serê Kaniyê gundên nû hatin avakirin. ENKSê tekez kir ku ev yek hewildanek bû ji bo çêkirina "veqetandineke erdnîgarî" di navbera herêmên Kurdî de.

"Siyaseta nijadperest bi bin ket"

ENKS dibêje ku piştî derbasbûna nîv sedsalî, ev siyaseta nijadperest di armancên xwe de bi bin ketiye: "Vîna gelê Kurd û girêdana wan bi ax û nasnameya wan ve, ji hemû projeyên qirkirin û dûrxistinê bihêztir bû. Ezmûnan nîşan da ku siyaseta li ser bingeha cudakarî û şovîniyetê aramiye çê nake, belkû tenê neheqî û krîzan kûrtir dike."

Daxwaza dadweriya veguhêz û Sûriyeya demokratîk

ENKSê daxwaz kir ku encamên vê projeya neheq werin rakirin û mafên welatiyên Kurd werin parastin. ENKSê daxwazên xwe wiha nîşan da:

- Vegerandina Mafan: Divê erdên desteserkirî ji xwediyên wan ên resen re werin vegerandin.

- Qerebûkirin: Ziyanên ku gihîştine welatiyan di çarçoveya "dadweriya veguhêz" de werin qerebûkirin.

- Sîstema Nenavendî: Avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku tê de mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan bi destûrê were parastin.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku salvegera "Kembera Erebî" ne tenê bibîranîna êşekê ye, lê belê bangek ji bo derbasbûna mîrateya şovînî û avakirina paşerojekê li ser bingeha wekhevî û welatîbûna rast e.