Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Çemçemalê ve, gera şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê bi pişkdariya 43 fîlman di hola rewşenbîrî ya Çemçemalê de hat lidarxistin û xelatên serkeftiyan hatin belavkirin.

Rêveberê Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê Îdrîs Şewket îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji nav 84 fîlmên ku bo festîvalê hatibûn pêşkêşkirin, tenê 43 fîlman karî ji qonaxa hilbijartinê derbaz bibin û bên wergirtin.”

Îdrîs Şewket herwesa got: “Ev fîlm paşê li ser du pişkên cuda hatin belavkirin; pişkek ket nav pêşbaziyeka taybet a fîlmên jenosîdê û pişka dî jî di çarçoveya bernameya 'Kornal'ê de bo nîşandanên taybet hatin hilbijartin."

Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê li roja Yekşema borî (21ê Hezîrana 2026ê) li Monumenta Enfalê û Hola Rewşenbîrî ya Çemçemalê hatibû destpêkirin û sê rojan berdewam bû.

Lîsteya Fîlmên Serkeftî û Xelatgir

Rêveberê Festîvalê hûrgiliyên belavkirina xelatên komîsyona dadweriyê (jûrî) ron kirin, ku tê de 12 xelat û 7 xelatên rêzlêgirtinê yên taybet hatin pêşkêşkirin:

Pişka Fîlmên Çîrokî:

Xelata Yekê: Fîlmê "Koçka Mêrûyan" – Derhêner: Tofîq Eman
Xelata Duyê: Fîlmê "Dosya Hejmar 1" – Derhêner: Sonay Celîl Zengene
Xelata Sêyê: Fîlmê "Xewna Bêziman" – Derhêner: Mezlûm Baran Tekîn
Pişkên Dî:

Xelata Fîlmê Belgenameyî (Dokyûmentarî): Fîlmê "Jiyan di Arşîvê de" – Derhêner: Burhan Ehmedî
Xelata Pişka Kornalê: Fîlmê "Lîmo Her Tiştî Dizane" – Derhêner: Îdrîs Mehmûdiyan
Xelatên Rêzlêgirtinê yên Taybet

Komîsyona dadweriyê ji bo rêzgirtina li çendîn berhemên balkêş, 7 xelatên rêzlêgirtinê yên taybet pêşkêşî van fîlman kirin:

1.     "Perjîn" – Derhêner: Sakar Osman

2.     "Sîtav" – Derhêner: Dîlan Tofîq

3.     "Bêhna Barûtê, Destûr" – Derhêner: Ferşîd Ebdî

4.     "Çarebûn" – Derhêner: Îlham Rehîmî

5.     "Ceng û Reng" – Derhêner: Ednan Zendî

6.     "Nîşan" – Derhêner: Rêman Renc