Sekreterê Giştî yê NATOyê: Nabe Îran bibe xwedî çekên atomî

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiya. Di hevdîtinê de mijarên ewlehiya cîhanê, bernameya atomî ya Îranê û budceya parastinê ya NATOyê hatin gotûbêjkirin.

Mark Rutte piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir, hemû endamên hevpeymaniyê li ser xetereya Îranê hevnêrîn in. Rutte got: "Hemû endamên NATOyê li ser wê yekê hevdeng in ku Îran ji bo ewlehiya cîhanê metirsî ye. Nabe bi ti awayî rê bê dayîn ku Îran bibe xwedî çekên atomî."

Sekreterê Giştî her wiha bal kişand ser çalakiyên Îranê yên li navçeyê û destnîşan kir, Tehran bi piştgirîkirina komên çekdar tevliheviyê belav dike û bi taybetî gefê li ser Îsraîlê û ewlehiya navdewletî çêdike.

Derbarê helwesta rêveberiya nû ya Washingtonê de, Rutte anî ziman ku Serok Trump bi NATOyê ve girêdayî ye, lê gileya wî ji kêmkirina budceya parastinê ya welatên Ewropayê heye. Rutte bang li welatên Ewropî kir ku lêçûnên xwe yên leşkerî zêde bikin û diyar kir ku sala par lihevhatinek li ser veqetandina %5 ji budceyê bo parastinê çêbûye.

Mark Rutte aşkere kir, di nava kêmtirî du hefteyan de dê Lûtkeya NATOyê li bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê were lidarxistin. Rutte diyar kir ku di vê lûtkeyê de ji bilî 32 endamên sereke yên NATOyê, dê nêzîkî 10 welatên din ên ji Rojhilata Navîn û herêma Okyanûsa Pasîfîkê jî beşdar bibin.