PWK: Em cezayê li ser Alî Çeven hatiye birîn şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), derbarê cezayê girtîgehê yê ku li Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven hatiye birîn daxuyaniyek belav kir. PWKê ev biryar wekî "binpêkirina azadiya ramanî" pênase kir û şermezar kir.
Li gorî daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê, Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven, roja 23ê Hezîrana 2026an li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaxlayanê hat darizandin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya PKKyê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Çeven birî.
Hat ragihandin ku parêzerên Alî Çeven li dijî vê biryarê îtiraz kirine û niha dosya ji bo lêkolînê diçe Dadgeha Temyîzê. PWKê da zanîn, di vê qonaxê de derbarê Çeven de biryara girtinê nehatiye dayîn.
PWKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bêbingehbûna sûcdariyan û got: "Ev cezayê ku li Alî Çeven hatiye birîn, bi sûcdariyên bêbingeh pêk hatiye. Ev biryar binpêkirina azadiya ramanî û xebata rêxistinî ye; her wiha nîşana dijayetî û bêtehamuliya li dijî hebûn û mafên miletê Kurd e."
Di dawiya daxuyaniyê de Buroya Ragehandinê ya PWKê careke din biryara dadgehê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo Alî Çeven diyar kir.