Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: 19 dosyayên ‘kujerê wan nediyar’ hatin aşkerekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand, di encama xebatên "Serokatiya Beşa Lêkolîna Tawanan a Kujerê wan Nediyar" de, heta niha di 16 dosyayan de 19 kuştinên ku berê wekî "kujerê wan nediyar" dihatin naskirin, hatine aşkerekirin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek îro (25ê Hezîrana 2026an) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir, ji bo pêkanîna dadweriyê û aramiya civakê, ew bi biryardarî xebatên xwe didomînin û çareserkirina dosyayên " Tawanên ku Kujerê wan Nediyar" ji bo wan "pêşîneya herî mezin" e.
638 dosya ji nû ve tên nirxandin
Li gorî zanyariyên ku Gurlek parve kirine, niha li seranserê Tirkiyeyê xebateke berfireh li ser dosyayên kevn tê kirin:
- Li 75 parêzgehan, 638 dosya ji nû ve tên nirxandin.
- Li 52 parêzgehan, lêkolîn li ser 141 dosyayan berdewam dike ku tê de 147 qurbanî hene.
- Her wiha kar li ser 44 dosyayên din (bi 47 qurbaniyan) Tîmên Xebatê yên Taybet ên ji polîs, cenderme û dozgeran pêk tên, tê kirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê spasiya dozger, polîs û cendermeyên ku di van lêkolînan de ked dane kir û got: "Wekî ku em bi derziyê bîrê bikolin, em li pey delîlan in, da ku van tawanan zelal bikin. Ti tişt dê di tarîtiyê de nemîne; dadwerî zû yan dereng dê cihê xwe bibîne."
"Kujerên Nediyar" û Serdema Reş
Têgeha "kujerê nediyar" di salên 90î de li Tirkiyeyê bû sembola "Serdema Reş". Di wê serdemê de, bi sedan welatî, ronakbîr û çalakvanên Kurd bi rêya terora siyasî, revandin û kuştinên deryasayî bûn armanc. Di wan salan de, otomobîlên "Torosên Spî" bûbûn nîşana van tawanan ku bi piranî ji bo tepisandina Kurdan dihatin bikaranîn.
Dayikên Şemiyê û daxwaza dadweriyê
Tevî van hewildanên nû yên Wezareta Dadê, Dayikên Şemiyê bi salan e têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayên xwe û darizandina kujeran didomînin. Malbatên qurbaniyan û saziyên mafên mirovan destnîşan dikin ku aşkerekirina 19 dosyayan tenê gava yekem e û daxwaz dikin ku lêkolîneke berfireh, serbixwe û bêalî were kirin, da ku hemû rastî ji raya giştî re werin aşkerekirin.
Heta niha bi hezaran dosyayên bi vî rengî bêyî ku encamek were girtin, di bin tozê de mane û birîna malbatên qurbaniyan hîn jî nehatiye derman kirin.