Eşwaq Caf: Lawazkirina Herêma Kurdistanê tê wateya hilweşandina sîstema siyasî ya Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameka Komîteya Navendî ya PDKê tekez dike ku qewareya Herêma Kurdistanê ne encama rêkeftekê ye, belkî berhema xwîna şehîdan û xebateka berdewam e. Ew hişyariyê jî dide ku her biaveka lawazkirina vê qewareyê, tê wateya hilweşandina tevahiya wî sîstemê siyasî yê ku piştî sala 2003ê li Iraqê hatiye avakirin.
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Endama Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Eşwaq Caf di peyamekê de ragehand ku Herêma Kurdistanê li ser sîniyeka zêrîn û bê qurbanî nehatiye pêşkêşkirin, belkî ev qeware berhema xebat, xwîna geş a şehîdan, azarên girtiyên siyasî û hêsirên awareyên destê rejîma Beisê ye. Wê diyar jî kir ku ev dîroka pir qurbanî bûye hêza livîner bo Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê daku bigihin mafên xwe yên rewa.
Qewareya destûrî û rexneyên li ser rêveberiya Bexdayê
Eşwaq Caf ron jî kir ku ev rastiya dîrokî û meydanî di madeya 117ê ya Destûra Iraqê de reng vedaye, ku bi rengekê fermî îtîraf bi qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqeka federal de kiriye.
Di pişkeka din a peyama xwe de, Eşwaqê rexne li rêkar û biryarên piştî sala 2014ê girtin û got: "Ev biryar wê rastiyê diyar dikin ku piştî sala 2003ê tenê di rûyê serve de pêgeha siyasî hatiye guhertin, lê guhertina rastîn di awayê birêvebirina dewletê de çê nebûye."
Wê herwesa ragehand ku niha daxwazeka eşkere heye, bo serederîkirina bi şêwazê navendî û bikaranîna destekî asinî bo paşguhxistina deshilatên federalî, ku ev jî yek wekî "derbeyeka rastîn" li ser destûr û sîstema siyasî ya nû wesif kir.
Hişyariya li ser paşeroja sîstema siyasî ya Iraqê
Eşwaq Caf tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê û sîstema siyasî ya piştî 2003ê her duyan rewatiya xwe ji destûrê wergirtiye. Ji ber vê yekê hişyariyê dide ku eger her arasteyek an niyetek bo hilweşandin yan lawazkirina Herêma Kurdistanê hebe, ew rasterast tê wê wateyê ku biryarek bo hilweşandina tevahiya sîstema siyasî ya Iraqa piştî 2003ê heye, ji ber ku her du jî ji yek çavkaniya yasayî û destûrî ya hevpar derketine.