Rûniştina yekê ya dadgehkirina muftiyê berê yê rejîma Esed birêve çû

Ehmed Hesûn
Ehmed Hesûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Çarê ya Tawanan li Şamê îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) rûniştina yekê ya dadgehkirina muftiyê berê yê rejîma Esed Ehmed Hesûn birêve bir. Rûniştin bi amadebûna Hesen Tûbe, Daxwazkerê Giştî û nûnerên çendîn rêxistinên mafên mirovan ên navxweyî û navdewletî hat encamdan.

li gorî nûçeyeka ajansa fermî ya "SANA"yê, Serokê Dadgehê Fexredîn Uryan lîsteya tohmetên ku aresteyi Hesûn hatine kirin xwend, ku hinek ji wan ev in:

- Bikaranîna posta xwe bo berjewendiyên kesî.

- Hebûna peywendiyên berfireh li gel "Serokê Sûriyeyê yê reviyayî" Beşar Esed, Birêvebirê Hewalgiriyê Elî Memlûk û fermandeyên bilind ên artêş û mîlîşên tayifî.

- Paldana hêzên ewlehiyê bo tepeserkirina dijberên rejîmê û bikaranîna zimanê tundutîjiyê li dijî sivîlan li Heleb û Îdlibê.

- Piştgirîkirina eşkere ya wan kesên ku tevlî tawanên şer bûne, wekî Îsam Zeherdîn û Qasim Suleymanî.

- Rewakirina desttêwerdana serbazî ya Rûsya û Îranê li Sûriyeyê, ku bûye sedema kuştina bi sedan hezar sivîlan.

Dadwer Uryan ragehand ku karên tohmetbar wekî "pişkdariyeka serekî di paldan û rewakirina dînî û siyasî de" bo tawanên rejîma Esed tên hesibandin, û amaje bi wê yekê jî kir ku ev kar di çarçoveya tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê de tên bicihkirin. Li gorî yasayên navdewletî û peymanameyên Cinêvê, ev tawan bi derbasbûna demê pîr nabin û lêborîn wan venagire.

Daxwaza Daxwazkerê Giştî û gefên li ser Ewropayê

Nûnerê Daxwazkerê Giştî Omer Razî di gotarekê de tekez kir ku Hesûn semboleka dînî bû û diviyabû bangewaziya aştiyê bikira, lê posta xwe bo rewakirina xwînrijandinê bi kar aniye.

Razî behsa wê yekê jî kir ku Hesûn di rûniştineka televizyonî de gef li welatên Ewropayê kiribûn û ragehandibû ku heger Ewropa êrîşî ser Sûriyeyê bike, xwekuj dê li Ewropayê dest bi karê xwe bikin. Daxwazkerê Giştî herwesa got: "Tenê piştî du mehan ji wan gefan, çend teqîn li welatên Ewropayê çê bûn, ku ev yek jî Hesûn dike pişkek ji tawana kuştina bi qestî."

Daxwazkerê Giştî daxwaz kir ku Hesûn bi tundtirîn awa bê cezakirin, ji ber ku tawanên wî di bin hukmê lêborîna giştî de nînin. Di dawiya rûniştinê de, dadgehê biryar da ku rûniştina bê bo 16ê Tîrmeha bê paş bixe, daku guhdariya gotinên şahidan bê kirin.

Ehmed Hesûn di Adara sala 2025ê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û zindankirin.