Welatên Kendavê: Her hevfêmkirineke li deverê divê berjewendiyên me biparêze
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê ragihand ku civîna wezarî ya hevpar a navbera wê encûmenê û Amerîkayê behsa çend dosyayan kiriye; di serî de jî rewşa deverê, rêyên xurtkirina ewlehî û tenahiyê, û bizavên hênikkirin û navbeynkariyê.
Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê Casim Bidêwî îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de diyar kir: "Di dema civînê de hat tezezkirin ku her hevfêmkirin an rêkxistineka paşerojê divê pêdiviyên welatên Encûmena Alîkariyê vegire, bi rengekî ku berjewendiyên welatên encûmenê biparêze û ewlehî û tenahiya wan mîsoger bike."
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku divê ev hevfêmkirin li gorî prînsîpên qanûna navdewletî, rêzgirtina li serweriya dewletan, cîrantiya baş û desttêwernedana karûbarên navxweyî bin, daku rola wan di çespandina ewlehiya deverê de hebe.
Parastina Tengava Hurmizê û azadiya deryavaniyê
Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê tekez jî kir ku welatên Kendavê pêşwaziya hemî bizavên dîplomatîk ên ku dibin sedema kêmkirina aloziyan û xurtkirina tenahiyê li deverê dikin, tevî dabînkirina ewlehiya rêyên deryayî, wekî Tengava Hurmizê û azadiya deryavaniyê, bi liberçavwergirtina qanûnên navdewletî bo peydakirina ewlehiyê û berfirehiyê bo gelên deverê û cîhanê.
Ev gotinên Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê piştî wê yekê hatin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi serdaneka fermî gihîştibû Rojhilata Navîn û serdana welatên Kuweyt, Behreyn û Îmaratê kiribû. Rubio di serdana xwe de helwesta Amerîkayê û naveroka yadaşta hevfêmkirinê ya navbera Amerîka û Îranê bo welatên Erebî ron kiribû.
Her di çarçoveya vê serdanê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê civîneka berfireh li gel wezîrên derve yên Encûmena Alîkariyê ya Kendavê li Behreynê kir, ku tê de rewşa ewlehiya deverê û nûtirîn guhartin hatin nîqaşkirin.