Qaanî: Divê Îsraîl ji Libnanê vekişe an piştî şikestinê bireve

Îsmaîl Qaanî
Îsmaîl Qaanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Feyleqa Qudsê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê daxwaz ji Îsraîlê kir ku ji hemî axa Libnanê vekişe û hişyarî jî da ku ger bi daxwaza xwe venekişe, dê neçar bibe ku piştî şikestinê bireve.

Medyaya fermî ya Îranê îro (Pêncşem, 25ê Hezîrana 2026ê) ji zarê Fermandarê Feyleqa Qudsê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî belav kir ku wî gotiye: "Ger Îsraîl îro bi daxwaza xwe ji başûrê Libnanê venekişe, dê sibe neçar bibe ku piştî şikestinê bireve."

Ev daxuyaniyên Qaanî di demekê de ne ku berpirsên bilind ên Îsraîl û Libnanê her paşvekişandineka hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê red kir. Ev redkirin jî piştî daxuyaniyên berpirsekî Amerîkayî hat, ku tê de behsa wê yekê kiribû ku Îsraîlê wek nîşandana niyeta paqij li beramberî hikûmeta Libnanê, pişkek ji hêzên xwe ji deverên dagirkirî vekişandiye.

Di eynî demê de, danûstandin di navbera Libnan û Îsraîlê de bi çavdêrî û piştgiriya Amerîkayê berdewam in. Pêşniyarek di van danûstandinan da heye, bo radestkirina wê pişka axa Libnanê ya ku Îsraîlê di dema şerê xwe yê li gel Hizbullahê de dagir kiribû.

Herwisa pêşniyara çêkirina "herêmeka ceribandinê" yek ji bendên serekî yên gera danûstandinên Waşintonê ye, herçend e ku zext kêm bûne ji ber ku Tehran dixwaze dosyaya Libnanê bixe nav danûstandinên xwe yên li gel Amerîkayê.

Waşinton û Tehran heftiya borî gihîştin lihevkirineka demkî bo bidawîanîna şer û pevçûnan li bereyên cuda cuda, tevî bereyê Libnanê jî. herwesa herdu aliyan tekezî li ser pabendbûna bi serwerî û yekparçeyiya axa Libnanê kiribû, ku Îran vê yekê bo vekişiyana hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê wek pêngavekê dibîne.