Îranê hişyarî da Amerîkayê: Em li beranberî gefên Îsraîlê bêdeng namînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê ragihand ku tevgera balafirên şer ên Îsraîlê li esmanê welatên cîranên Îranê wekî karekî xeter û gefeka rasterast li ser ewlehiya Tehranê tê hesibandin. Baregeha navborî hişyarî jî da ku eger Amerîka rêyê li Îsraîlê negire, Îran li beranberî çi gefan bêdeng namîne.
Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê îro (Înî, 26ê Hezîrana 2026an) di daxuyaniyeka fermî de eşkere kir: "Eger Amerîka nikaribe rêyê li Îsraîlê bigire û wê kontrol bike, wê demê Îran li beranberî tu gefên ku li ser wê tên kirin bêdeng nabe û çavê xwe li ser wê nagire."
Di pareka din a wê daxuyaniyê de hatiye nîşandan ku Îran maf heye ku bersiva van pêngavên xeter bide, yên ku ewlehiya deverê dixin nav xeterê.
Bersiva tund a Tehranê bo Netanyahu
Ev peyama tund a Îranê tenê rojekê piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tê, ku tê de tekezî li ser berdewamiya êrîş û rûbirûbûnên welatê xwe li dijî Îran, Hizbullah û Hemasê kiribû. Netanyahu bi eşkereyî ragihandibû: "Em bi tu awayan rêyê nadin ku Îran çekên atomî pêş bixe."
Ev daxuyanî nîşana asta bilind a aloziyên esmanî li Rojhilata Navîn e. Îran bi vî awayî zextê dixe ser welatên cîran, daku rêyê nedin balafirên Îsraîlê esmanê wan bo êrîşkirina li ser navendên Îranî bi kar bînin, û berpirsiyariya her rûdaneka serbazî rasterast dixe stûyê Waşintonê.