Pasdarên Îranê: Di bersiva êrişên Amerîkayê de me li baregehên wan da
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wekî bersivekê ji bo êrişên Amerîkayê, wan çend pêgehên leşkerî yên wî welatî li herêma Kendavê kirine armanc."
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, hêzên wan ên deryayî wekî bersivekê, çend pêgehên leşkerî yên Amerîkayê li herêma Kendavê kirine armanc.
Pasdaran hişyarî da ku: "Heke destdirêjî berdewam bikin, bersiva me dê pir berfirehtir be." Îran her wiha amaje bi wê kir ku li gorî peymana agirbestê, kontrola Tengava Hurmizê di destê wan de ye.
Li gorî zanyariyên Amerîkayê, Îranê bi droneke bombebarkirî êrişî keştiya barhilgir a bi navê "M/V Ever Lovely" kiribû ku bi ala Sîngapurê di Tengava Hurmizê re derbas dibû. Washington vê yekê wekî "binpêkirina eşkere ya agirbestê" pênase dike.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh 26ê Hezîrana 2026an ragihandibû, hêzên wan ên asmanî wekî bersiveke rasterast, kogehen mûşek û dronan û bingehên radaran ên li peravên Îranê bombebaran kirine.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serok JD Vance jî diyar kir, Amerîkayê rêz li agirbestê girtiye û got: "Heke Îranê pirsgirêkek di cîbicîkirina peymanê de hebe, dikaribû pêwendiyê deyne; lê tundûtûjî dê bi tundûtûjiyê were bersivandin."