Neteweyên Yekgirtî: Tengava Hurmizê di qonaxeke metirsîdar de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirt (NY) li ser xirabûna rewşa ewlehiyê ya li Tengava Hurmizê hişyarî da û ragihand, niha navçe di qonaxeke "gelekî hestiyar û metirsîdar" re derbas dibe.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric di konferansekî rojnamevaniyê de diyar kir, di navbera aliyên peywendîdar de derbarê cîbicîkirina peymanan nakokiyên kûr hene. Dujarric bang li hemû aliyan kir ku li gorî peymana di navbera Amerîka û Îranê de tevbigerin û sozyên xwe bi cih bînin.

Dujarric destnîşan kir ku NY daxwaz dike Tengava Hurmizê li ser bingeha "azadiya çûnûhatina keştiyan" her tim vekirî bimîne. Her wiha bang li hêzên herêmî û navdewletî kir ku bala xwe bidin ser aramiya cîhanî û ewlehiya bi hezaran deryavanên ku niha di nava vê aloziyê de asê mane.

Li gorî medyaya Îranê, Supaya Pasdaran 3 keştiyên petrolehilgir bi hinceta ku "bê destûr" derbas dibûn, sekinandine. Li hember vê yekê, Serokê Amerîkayê Donald Trump Îran tawanbar kir ku bi 4 dronên xwekuj êrişî keştiyan kiriye. Trump ev yek wekî "binpêkirineke ehmeqane" ya agirbestê pênase kir û gefa bersivdayînê xwar.

Tengava Hurmizê ku dikeve navbera Îran û Omanê, yek ji giringtirîn rîreşên deryayî yên cîhanê ye. Nêzîkî pêncyeka (%20) petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe. Girtina vê tengavê di mehên borî de bûbû sedema krîza enerjiyê û bilindbûna bihayê sotemeniyê.