Li Almanyayê Yekemîn Kongreya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya nûnerên 25 welatên cuda yên cîhanê, îro kar û xebatên yekemîn Kongreya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî li welatê Almanyayê dest pê dike.
Kongre, bi amadebûna mamoste, pisporên zimanzaniyê û akademîsyenan, îro 27ê Hezîrana 2026an, saet 11:00an bi dema Herêma Kurdistanê, li bajarê Dusseldorfê dest pê dike.
Federaşyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî ku di sala 2024an de hatiye avakirin, di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de kar dike û rasterast ji aliyê Şîfa Barzanî, Serperştê Giştî yê Konfederaşyonê ve tê birêvebirin.
Ev federasyon bi piştgiriya Serok Mesûd Barzanî hatiye damezirandin û armanca wê ya sereke parastin û geşepêdana zimanê kurdî li derveyî welat e. Organîzatorên kongreyê diyar dikin, ev pêngav ji bo nifşên nû yên kurd li diyasporayê werçerxaneke giring e, da ku bikaribin zimanê xwe biparêzin û di nav welatên cîhanê de nasnameya xwe ya neteweyî winda nekin.
Di kongreyê de 120 endamên federaşyonê, nûnerên aliyên siyasî yên kurd û alman, parlamenter û kesayetên akademîk amade ne. Her wiha nûnerên 35 dibistanên zimanê kurdî yên li seranserê cîhanê beşdarî merasîmê bûne.
Yek ji mijarên sereke yên kongreyê, pêşxistina sîstema xwendina kurdî li welatên Ewropayê ye. Hat destnîşan kirin ku li gelek welatên wekî Skandînavyayê, zimanê kurdî di hundirê sîstema fermî ya perwerdeyê de wekî "zimanê dayikê" hatiye naskirin. Kongre armanc dike ku pêwendiya navbera navendên zanistî xurt bike û sîstema fêrkirina zimanê kurdî li hemû welatên diyasporayê standard bike.