Li Efrînê werzê dirûna genim dest pê kir: Cotkar ji berhema îsal kêfxweş in
Efrîn (K24) – Bi destpêkirina werzê dirûna genim li herêma Efrînê, cotkaran bi kelecaniyeke mezin dest bi komkirina berhemên xwe kirin. Li gorî cotkaran, îsal berhema genim ji salên derbasbûyî gelekî baştir û bi berekettir e.
Piştî zivistaneke bi baran, li deşt û zeviyên Efrînê dirûna genim dest pê kir. Cotkarên herêmê îsal wekî "saleke zêrîn" pênase dikin, ji ber ku kalîte û birîna genimê îsal li gorî salên borî di asteke bilind de ye.
Cotkarê bi navê Mejid Uzî, yê ku di zeviyê xwe de bi dirûnê re mijûl e, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Şikir ji Xwedê re, îsal berhema me pir baş e. Ji ber barîna baranê ya di dema xwe de, genim pir qels nebû û îsal ji salên borî gelekî cudatir û baştir e. Ev yek dilê me cotkaran geş dike."
Tevî ku berhem baş e, cotkar hîn jî ji hinek pirsgirêkan dinalin. Cotkar Ridwan Mihemed bal kişand ser lêçûnên giran û got: "Her çend berhem îsal dilê me şa dike jî, lê lêçûnên wekî sotemenî û keda karkeran pir bilind in. Em hêvî dikin ku bihayê firotina genim jî li gorî van lêçûnan be, da ku em ziyanê nekin."
Ji ber ku îsal berhem zêde ye û giya li zeviyan hişk bûye, metirsiya şewatê jî zêde ye. Cotkar daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku tîmên agahvemirandinê amade bin, da ku keda wan a salekê di nava kêliyekê de nebe xwelî.
Tê pêşbînîkirin ku îsal li herêma Efrînê bi hezaran ton genim were komkirin, ku ev yek dê bandoreke erênî li ser aboriya herêmê û dabînkirina nanê welatiyan bike.