Enqereyê berî lûtkeya NATOyê operasyonên ewlehiyê zêde kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê di çarçoveya amadekariyên ewlehiyê yên berî lûtkeya NATOyê de, di encama çend operasyonan de 178 kes bi tawanên "pêwendiya bi rêxistinên terorê" hatin girtin.
Li gorî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, operasyonên li dijî gumanbarên "terorê" hatine zêdekirin. Hat ragihand ku ev operasyon beşek in ji plana ewlehiyê ya ji bo mazûvaniya lûtkeya NATOyê ku dê li paytext Enqereyê were lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, di hefteya dawî de di encama operasyonan de 225 gumanbar hatibûn binçavkirin. Ji van kesan tawana 178 kesan hat qebûlkirin û hatin girtin, lê 34 kes bi biryara dadwer hatin serbestberdan.
Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) bal kişand ser nasnameya kesên hatine girtin û aşkere kir, di nav girtiyan de rojnamevan, akademîsyen, parêzer, endamên sendîkayan, mamoste, xwendekar û aktîvîstên civaka sivîl hene.
Lûtkeya NATOyê dê di hefteya yekem a meha bê de, di rojên 7 û 8ê Tîrmeha 2026an de li Enqereyê were lidarxistin. Tê çaverêkirin ku 32 serokên welatên endamên NATOyê beşdarî vê lûtkeyê bibin. Her wiha hat piştrastkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dê di nav beşdaran de be.