Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekem di dîrokê de, kongreyeke navdewletî ya berfireh ji bo zimanê kurdî li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê dest bi xebatên xwe kir. Di kongreyê de bi sedan pispor, zimanzan û çalakvanên kurd ji çar aliyên cîhanê hatin cem hev.
Ev kongre bi dirûşma "Ziman Nasnameya Neteweyê ye" hat lidarxistin. Armanca sereke ya kongreyê amadekirina stratejiyeke neteweyî ye ji bo parastina zimanê dayikê û avêtina gavan ber bi standardkirina zimanê kurdî ve, bi taybetî di nav civaka kurd a li dîasporayê de.
Beşdarên ku ji welatên cuda yên Ewropa û Amerîkayê hatine, vê kongreyê wekî "werçerxaneke dîrokî" pênase dikin. Li gorî wan, ev gav ji bo parastina zimanê kurdî li hemberî metirsiya asîmîlasyonê û windabûna di nav civakên rojavayî de girîngiyeke jiyanî hildigire.
Endamê kongreyê Feyroz hêvî kir ku ev kongre bibe destpêka standardkirina zimanê kurdî, daku nifşên nû yên li dîasporayê bikaribin bi awayekî zanistî fêrî zimanê dayikê bibin û têkiliya wan bi kokên wan ên neteweyî re qut nebe.
Kongre bi hevahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye organîzekirin. Beşdaran spasiya Hikûmeta Herêmê kirin ku ji bo serkeftina vê projeya neteweyî hemû hêsankariyên pêwîst kirine. Endama kongreyê Gulistan Awaz di vê derbarê de got: "Em gelekî serbilind in ku Hikûmeta Herêmê di vê xebata neteweyî de piştgira me ye."
Seroka Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyeyê Necah Hêvo destnîşan kir, di vê qonaxê de kurd ji her demê bêtir hewceyî yekitiya ziman û nasnameyê ne. Hêvo got: "Ziman kilîta parastina dîrok û çanda me ye. Ji ber wê jî, perwerdekirin û pêşxistina ziman erkê me hemûyan e."
Ev kongre peyameke zelal dide cîhanê ku kurdên li dervayî welat xwedî li mafên xwe yên çandî derdikevin û naxwazin nasnameya xwe winda bikin. Tê payîn ku biryar û pêşniyarên ji vê kongreyê derkevin, ji bo dibistanên kurdî yên li seranserê cîhanê bibin nexşerêyek nû.