Şîfa Barzanî: Armanca me ew e ku revenda Kurdistanî bibe lobiyeke neteweyî ya bihêz
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperştê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, di Yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî li Almanyayê de, hûrguliyên planên neteweyî yên konfederaşyonê aşkere kirin û destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku diyasporaya Kurd bikin hêzeke saziyane û bi bandor, da ku mîna modelên Ermenî û Cihûyan, berevaniyê di mafên rewa yên gelê Kurd de bikin.
Şîfa Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, bal kişand ser hewildanên Konfederasyona Rewenda Kurdistanî ji bo birêxistinkirina Kurdên li derveyî welat û parastina zimanê Kurdî wekî stûna bingehîn a nasnameya neteweyî.
Şîfa Barzanî aşkere kir, konfederasyon li ser bingeha dîtina Serok Mesûd Barzanî hatiye damezirandin. Serok Barzanî ferman daye ku li derveyî welat divê tenê "Kurdperwerî" were kirin, ne "partîperwerî". Şîfa Barzanî got: "Serok Barzanî xwedî nêrîneke dûrbîn bû ku diyasporaya Kurd bibe hêzeke neteweyî û daxwazkarê doza rewa ya gelê me, bêyî ku cudahiya partî û rêxistinan bike. Em xwedî dîrok û nasname ne û divê diyaspora bibe hêzeke nîştimanî."
Serperştê Giştî yê Revenda Kurdistanî diyar kir ku wan planeke 5-salî amade kiriye û niha di sala duyem de ne. Di vê çarçoveyê de, konfederasyon niha ji 24 federaşyon, 40 navend û 115 komele û rêxistinan pêk tê. Armanca wan ew e ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di bin yek sîwanê û yek alayê de kom bikin.
Derbarê amara Kurdên li diyasporayê de, Şîfa Barzanî da zanîn ku li gorî amarên fermî yên hikûmeta Almanyayê mîlyonek û 700 hezar Kurd li wî welatî dijîn, lê li gorî texmînên wan ev jimar 2.1 heta 2.2 milyon kes e. Şîfa Barzanî destnîşan kir ku tenê piştî şerê DAIŞê di sala 2014an de, nêzîkî 900 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê koçî Almanyayê kirine.
Yek ji serkeftinên herî mezin a konfederasyonê perwerdeya zimanê Kurdî ye. Şîfa Barzanî aşkere kir ku bi hevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, jimara xwendekarên zimanê Kurdî (bi herdû zaravayên Kurmancî û Soranî) gihîştiye 2 hezar û 500 kesî. Temenê xwendekaran jî ji zarokên 4 salî heta kesên 69 salî hene. Di planê de heye ku zaravayên Zazakî û Hewramî jî li bernameyê werin zêdekirin.
Şîfa Barzanî giringiya lobiyeke bihêz dubare kir û got: "Em dixwazin bigihîjin asta lobiya Ermenî, Cihû û Hindiyan ku çawa dikarin bandorê li raya giştî û biryarên siyasî yên welatan bikin bo berjewendiya welatê xwe."
Her wiha Serperştê Giştî yê Revenda Kurdistanî da zanîn ku ew plan dikin li Almanyayê radyoyeke FM a Kurdî û kanaleke televîzyonê ya taybet bi diyasporayê ava bikin, da ku pêwendiya navbera Kurdên derve û nîştimanê hîn xurtir bibe.