Parlemanterekî PDK'ê: Di operasyonên gendeliyê de ti berpirsên Kurd nehatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama operasyonên berfireh ên dijî gendeliyê ku li Iraqê hatine destpêkirin de, ti parlemanter an berpirsên Kurd di nav kesên girtî de nîn in.

Endamê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlemana Iraqê Zîrek Zêbarî îro 28ê Hezîrana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, di nava wê pêla girtinan a ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve li Bexdayê hatiye destpêkirin de, ti Kurd tune ne.

Zirek Zêbarî diyar kir, ev operasyon li ser bingeha mikurhatinên birîkarê berê yê Wezareta Petrolê ya Iraqê Ednan Cumeylî ku bi navê "Hûtê Petrolê" tê naskirin, hatine kirin. Zêbarî her wiha destnîşan kir, ji bilî kesên hatine girtin, fermana girtinê ji bo bi dehan berpirsên din jî derketiye û qedexeya geştkirinê li ser wan hatibû danîn.

Derbarê aliyê yasayî yê girtina parlemanteran de, Zêbarî eşkere kir ku li gorî peyrewa navxwe ya parlemanê, Serokê Parlemanê di dema bêhnvedana yasadanînê de xwedî desthilat e ku parêzbendiya her parlemanterekî ku bi gendeliyê tê tohmetbarkirin rake. Lewma parêzbendiya parlemanterên ku şeva borî hatine girtin, berê bi hevahengiya ligel Encûmena Bilind a Dadweriyê hatibû rakirin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê berbangê îro berbangê li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Enbar, Neynewa û çend deverên din, operasyonên hevdem ji bo girtina çendîn parlemanter û berpirsên pilebilind pêk anî. Her çend operasyon berdewam dikin jî, heta niha hikûmeta Iraqê bi fermî ti daxuyanî nedaye.

Ednan Cumeylî kî ye?

Ednan Cumeylî, birîkarê berê yê Wezareta Petrolê ji bo Karûbarên Parzûnkirinê, di dawiya Gulana 2026an de bi tohmeta gendeliyeke mezin hatibû girtin. Di dema lêkolînan de, hêzên ewlehiyê dest danîn ser bi sedan milyar dînar û bi dehan milyon dolarên neqdî ku beşek ji wan di bin erdê de û di nav baxçeyan de hatibûn veşartin. Her wiha bi dehan vîlla, otomobîlên luks û bireke mezin a zêr hatibûn desteserkirin.