Şandeke bilind a Herêmê bi Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina mûçeyên karmendan, dahatên naneftî û sîstema gumrikê serdana Bexdayê dike û ligel rayedarên Iraqê dicive.
Jêderekî ji Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand, şandeke di asta Encûmena Wezîran de li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî re dicive.
Yek ji xalên herî girîng ên vê serdanê, yekalîkirina pirsa 120 milyar dînarên dahatên naneftî ye. Ji ber ku dahatên navxwe yên Herêma Kurdistanê kêm bûne, hikûmeta Herêmê daxwaz dike ku hikûmeta Iraqê bi awayê "meqasê" van 120 milyar dînaran ji mûçeyên karmendan nebire. Herêm daxwaz dike ku ev pere li ser bingeha raporên Dîwana Çavdêriya Darayî bê diyarkirin an jî ji bo 50 heta 60 milyar dînar bê kêmkirin.
Ev serdan di dema ku hikûmeta Iraqê dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Hezîranê kiriye de pêk tê. Tê payîn ku di çend rojên bê de mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî bên fînansekirin. Her wiha şandeya Herêmê dê li ser çawaniya cîbicîkirina sîstema "Asycuda" (sîstema navdewletî ya gumrikê) ku di nîva vê mehê de li ser hatibû lihevkirin, ligel Bexdayê biaxive. Ev sîstem dê li tevahiya dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê bê sepandin.
Ji aliyekî din ve, şandeke Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan bi serokatiya Wezîr Ebdullah Mehmûd gihîşt Bexdayê. Ev şande dê 5 rojan li Bexdayê bimîne û li ser minheyên malbatên şehîdan û girtiyên siyasî ligel rayedarên Iraqê gotûbêjan bike.